Share |

Li Amedê Roja çîrokê ya cîhanê hate pîroz kirin

Bi boneya 9 mîn ”Roja çîrokê ya cîhanê” ku di 14 sibatê her sal derbas dibe, û li hemû cîhanê ev roj tê pîrozkirin, li Navenda Çandê Ya Cegerxwîn Komeleya Nivîskarên Kurd çalakiyek li darxist, di bi dirûşma "Her kes xwedî çîrokekê ye" gelek nivîser û çîrokhez beşdar bûn, û dû panel hatin pêşkêş kirin.

Ev çalakî bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, û axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Remziye Arslan bi zimanê zazakî hate pêşkêş kirin, û paşê panela yekê, ji aliyê çîroknivîs Ismaîl Dîndar ve hat birêvebirin, çîrok nivîsa Turk Ayşegul Tozoren, û nivîskar Ismaîl Hacanî ji Dihokê û Nivîskar Enîse şîrîn ji Amedê behsa serubûriya xwe di gel çîrokan de kirin.

Her weha panel didwa bi beşdariya Piştivan Helepçeyî yê ji Silêmaniyê, û Mahmût Yamalak li darket, û di dawiyê de Komek muzîkê ya ser bi Navenda Çandê ya Dîcle Firatê berhemên xwe pêşkêş kir û bi vî rengî çalakî bi dawî bû.

 Semakurd- Amed