Share |

Li Amedê Xelata Helbestvan Arjen Arî Hate Dayîn

Pêşangeha pirtûkan li Amedê didome û di çarçova pêşangehê de gelek bernameyên kultûrî jî çê dibin ku yek ji wan pêşbirka helbestan Arjen Arî ye.

 

Di pêşbirka 5'emîn de Nameya Şîn a Emerîkê Sedîqe bû yekem.

 

Herwisa jiber xizmetên mirovahiyê xelata rûmetê dan Yektiya Bijîjkên Tirkiyê (TTB).

 

Arjen Arî di 30ê Cotmeha 2012'an de jiber nexweşiya pençeşerê di 56 saliya xwe de li Amedê jiyana xwe jidest da. Ew ji nifşa Tîrêjê ye ku ew weke pirek di navbera helbesta klasîk û nûjen a Kurdî de tê qebûlkirin.

 

Weşanxaneya Evrensel û Weşanxaneya Lîsê pêşbirka hebestê amade dikin.

 

Dengê emrika