Share |

Li Amedê zanîngeha Kurdî tê vekirin

 

Rêxistina Mezopotamya bo damezrandina zanîngeha kurdî ku bi zimanê kurdî perwerde û lêkolînan dike dest bi amadekariyan kiriye.

Endamên wê rêxistinê rewşenbîr û hunermend û kesayetiyên akademî yên Kurdin û hejmarek bazirgan û kesayetî wê rêxistinê birêve dibin û navenda wê li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê.

Cîgirê serokê giştiyê rêxistinê Mezopotamya Mehmud Tugrul ji ajansa Anadolê re ragihandiye ku: “Rêxistina Mezopotamyayê jib o damezrandina yekem zanîngeha Kurdî li bajarê Amedê ku wê perwerdeya bi zimanê Kurdî têde birêve biçe dest bi karên xwe kiriye.”

Tugrul got: “Yekem kolêjeya wê zankoyê a zimanê Kurdiye ku taybete bi amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî, ji ber ku eger perwerdeya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê destpê bike pêwîstiya wan bi mamosteyan heye.”

Cîgirê serokê giştiyê rêxistinê Mezopotamya Mehmud Tugrul diyar kir ku jib o wê yekê dê li wê zankoyê kadir û mamosteyên Kurdî bêne amade kirin.

PUKmedia