Share |

Li bajarê Amûdê Ehmedê Xanî hat bîranîn

 Li bajarê Amûdê Saziya Berzanî ya Çand û Hunerê smînerek bi helkefta derbasbûna 309 salan li ser koça mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî li dar xistin.

 

Ddi vê smînerê de hejmarek ji welatyên Amûdê û şagritên ziman bi helbestên kurdî beşdar bûn û di nav çalakyan de muzîk û helbestên bi awaz û helbest hatin xwendin û gelek şagirt û hezkerên dibistana Ehmedê Xanî û ji hemû temenan gihane hev.

 

Li bajarê Amûdê, Saziya Berzanî ya Çand û Hunerê bi salane merasîma bîranîna Ehmedê Xanî bi rê ve dibe.

 

Di merasîmê de stran û helbestên kurdî hatin xwendin. Çend şagirtan jî helbestên Ehmedê Xanî xwendin û şanaziya xwe bi dibistana wî ya helbestê nîşan dan.

 

Li vê saziyê, gelek şagitên temen mezin fêrî ziman û helbestan bûne. Ew jî şabûna xwe bi beşdarbûna di vê çalakiyê de diyar dikin.

 

Di vê çalakiya bîranîna Ehmedê Xanî de, şagirtên zimanê Kurdî û helbestan ji hemû temenan beşdar bûn. Şagirta herî biçûk keçeke 4 salî bû, û ya herî  mezin jî, jineke nexwendî ya temen 56 salî bû.

 

Amûd (Rûdaw)