Share |

Li bajarê Qamişlo şevbihêrka helbestan hat lidarxistin

 

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şevbihêrka helbestan hat birêvebiri û di şevbihêrkê de hejmarek helbestvan beşdar bûn.

Li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve şevbihêrka helbestan hat sazkirin.

Helbestvanan helbestên xwe li pêş beşdaran xwendin. Ji bilî helbestvanan, hunermend jî bi mûzîk û stran beşdar bûn.

Nivîskar Zekeriya Efrîn dibêje: “Her sal taybet di meha remezanê de me şevbihêrekên wêjeyî û çandî birêve dibin. Di heyama remezanê de rojanê çalakiyên me hene weke helbest, muzîk, çîrok û çand.”

Hunermed Elî Aştî jî diyar kir ku di heyama meha remezanê de rojanê çalakiyên çandinê birêve dibin û xelk jî beşdariyê dikin.

Ev şevbihêrk di meha rojiya Remezanê de tên sazkirin. Şevbihêrk ji 22ê Adarê heta 20ê Nîsanê berdewam dibin.

 

rudaw