Share |

Li Duhokê Helbesta Rojava Hat Xwendin

 

  Di êvareke şevbêrka helbestê de bo helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê, çendîn helbest hatin xwendin.

 

 

Ev bizav doh yekşemê di çarçoveya çalakiyên werzê zivistanê de, yên Yekêtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê li hola heman saziyê hat pêşkêş kirin.

 

Di vê êvara xwendina Helbestê de, Helbestvan Demhat Dêrikî, Mesûd Xelef, Hişyar Omerê Le`alê, Xurset û Diya Ciwan helbestên xwe bo heskiryên xwe pêşkêş kirin.

 

Ev kora xwendina helbestê kû li hola nivîserên Duhokê hatî encamdan, tê de her helbestvanek çend helbestên xwe ji dil, ji xweşiya Rojavayê Kurdistanê û ji nava evîn û êşên wê yên kevin û nû bo heskiriyên helbesta Kurdî pêşkêş kirin.

 

PNA_C. M