Share |

Li Hewlêrê festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan birêve diçe

 

Duyem festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan li Hewlêrê destpê dike û dê 3 rojan berdewam be.

 

‘’Festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan’’ bi çavdêriya wezareta rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Hewlêrê du sale birêve diçe. Îsal jî biryare rojên 18-19-20ê Mijdarê 2019ê di dirûşmê ‘’Mûzîk û Stran Dengek bo Niştiman’’ û bi beşdariya 8 grubên seranserê Kurdistanê ve dê birêve biçe. Grubên ‘’Gruba Mûzîka Hewlêrê, Gruba Mûzîkê ya Lor li Silêmanî, Gruba Mûzîkê ya Kerkûkê, Gruba Awaza Serhedê li Bakurê Kurdistanê, Gruba Mûzîkê ya Serxwebûn li Rojavayê Kurdistanê, Gruba Mûzîkê ya Ronak li Rojhilatê Kurdistanê, Gruba Rubad a Mûzîkê li Duhokê’’ beşdar dibin û 3 rojan dê gelek bernameyên stran û mûzîkê di festîvalê de birêve diçe.

 

Li gor bernameya karê festîvalê ya ku ji aliyê rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê ve hatiye amade kirin, 3 rojên çalakiyên festîvalê dê demjimêr 17:00ê ango 5ê êvari li salona rewşenbîrî ya bajarê Hewlêrê kar û çalakiyên festîvalê destpê bikin û birêve biçin.

 

BasNews