Share |

Li Kampa Erbet bi navê Amûdê dibistanek hate vekirin

Li Kampa Erbet ya penaberên Rojavayê Kurdistanê a li Parêzgeha Silêmaniyê ye,  roja sêşemê 29 / 10 / 2013`e , bi navê bajarê Amûdê ji bo zarokên Rojava dibstanek hate vekirin.

Di mesarîma vekirinê de rêvebirê giştî ya perwerdeyê ya bajarê Silêmaniyê Mamoste Necmedîn Elî Ehemd û birêvebirê navçeya Erbet Hakêm Hoşyar, Sereokê zanîngeha Komar ya zanistiyê û Teklonûjiyê Mamoste Ebdelfetah Zaxoyî, nûnerê Unicef`ê li bajarê Silêmaniyê Mr.Maykil û bihatina hevjîna sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdelhemîd Derwêş, Leyla Xan Hesen bi tev hejmarek ji rêxistinê sivîl û mêvanan, birêve çû.

Beriya ku Leyala Xan kembera sor qutke, gotarek pêkêş kir, Leyxan di gotara xwe de, spasiya rêvebiriya perwerdê ya Silêmaniyê kir û spasiya rêxistina Unicef û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber alîkariya ku pêşkêş kirine kir, derbarê bi navkirina dibistanê bi navê bajarê Amûdê jî Leyla Xan diyar kir ku bajarê Amûdê gelek rewşembîr û nivîskar, helbestvan û teokeşer pêşkêşkirine û gelek bedel û qurbanî dane,bi teybet di bûyera şewtandina Sînama Amûdê de, a di sala 1960 de pêk hat, wê demê nêzî 300 zarokî ji ber şewata Sînamayê jinaya xwe ji dest dan, bi navkirina dibistanê bi navê Amûdê bextewariyeke bi qurbaniyên Amûdê re.

Dibistan bi xuleke rêz girtin ji bo cangoriyên Kurdistanê û li ser dengên sirûda netewî ya Kurd Ey Reqî hate vekirin, her wiha zarokan strana dengbêj Kurd Aram Dîkaran Zimanê Kurdî zimanê me ye ligel hejmarek ji kovend û dîlanan Kurdî pêşkêşî mêvanan kirin.

PUKmedia