Share |

Lorandina Yasîn Husên di Lorîkê de... Mihemed Hemo

Di vê dema gola helbestê meyî de, ez pê hestbûm ku helbestvan Yasîn Husên bi lorandina xwe di dîwana Lorîk de, deng ji wê golê vedayî û pêlên wê govendkî gerandine, diyarkirî ku helbestvan zindîne .

Lorîkê bi bîst û neh helbestên bedew govend xwe girêdayî û hestên merovan hişyarkirine taku hêvî venemirin.

Bi vê helbestê dest bi Lorîkê kirî:

Diçûm seyrana şevê

Ji tariyê vedixwarim

Qulmişk dibin lingên Hedban de dikolin

Ji warê qijalk û berçemokan

Konekî bi temenê dîrokê ava dikirin

Lorî..... Lorî......

Da nemirim

Lorî..... Lorî.....

Em di dergûşê de dîn bûn

..........

.............

Her şev xwe dikojim

Da bê mirin nejîm ....

Ji ber liva wan awirên te

Min ji jîyanê surgun dikirin

Dîlokin....Dîlok...DilorînimHer xew ji min re Xêr e

Lê dilê min bê xew

Ji nalînan xwe gez dikir…

……………….

………………

Helbestvan Yasîn bi helbestên Lorîkê di nav asoyê helbesta kurdî de bûye stêrkek geş û ronak dayî 

 Pêşgotina Lorîkê  bi pênûsê mamosteyekî hestyar,  hevalekî dilzozê helbestê hatiye nivsandin ew jî hêja Abdulkadir Musa ye, wî em bi pirsekê hilpesartin e: Kîjan lorîk?A te, a min, a wan, yan jî a me?

Ez jî dibêjim herkesê Lorîkê bixwîne wê pê hest bibe ku ew lorîk ya we û me ye. Eger tu wek min çav tengbe jî ya min û te ye ji ber ku Yasîn bi hestên xwe di Lorîkê de lorandî, ne bi dengê xwe. Loma her merovekî hestyar be, bi lorandina Lorîkê re hevpare.

Çunkê ji berê de gotine:( Tiştê ji dilan dekeve wê derbazî dilan bibe)

Lorîk ji aliyê helbestvan ve, hana hatiye diyarîkirin: (Ji diya min Amûdê re) Erê ji Amûde re, ne tenê ji ber ku Helbestvan Amûdiye, na! Amûde, Şermola ye, Girê mozan e, paytexta horkeşa ye, gorepana ronakbîrên Kurd e Wek: Cegerxwîn, Mele Hesen huşiyar, Ehmed Namî,ûûû

Lorîk bi berg û motîvên hunermendekî hestiyar hatiye xemilandin ew jî hunermend Luqman Ehmed e.

Lorîk bûye para weşanên sentera Margirêt li ser erkê D. Taha Resûl li paytexta ronakbîriya kurdî bajarê Silêmanî yê, hatiye çapkirin.Sed rûpeliye.