Share |

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan

Dost û hevalên hêja! 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de, piştî weşanên Bedirxaniyan, hatine weşandin, ji we re raxistin ber çavan û di pey re min hin weşanên Bedirxaniyan jî şanî we dan, da hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat weşandin, çarox bi dest bav û kalên gelekan ji me nediket.. Mêzekin, bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat kiriye.. Sed mixabin, piştî 116 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkera ye..!

Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine, pîroz dikim.. Û gurzek kulîlk ji Nergiziyên dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine datînim..

Bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan.

Her sal em hev û din bi xêr û xweşî bibînin.

 

Rojnameya Kurdistan

Belê, piştî sirgûnî û koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Şamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû.

Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê KURDISTAN li Qahîre weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:

(Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, " Kurdistan" jimar4"/1898.

Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê weşandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de.

Ji sala 1968an ve 22ê nîsanê, anku roja derçûna hejmara yekê ji vê rojnameyê, ev roj bûye rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de.

Konê Reş, Qamişlo, 22.04.2014