Share |

Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan)… 1934 – 2011…Konê Reş

Wêne: Nivîskar Zeynelabdin Zinar, Mele Nûrî û ez, li mala mala wî, li Qamişlo.
Wêne: Nivîskar Zeynelabdin Zinar, Mele Nûrî û ez, li mala mala wî, li Qamişlo.

Melayê zimanzan û helbestvan.. Melayê ku di bin bandora helbestên hevalê xwe Cegerxwîn de şiyar û serwextî derd, jan û nexweşiyên civata xwe bû û li ber şêx Elaeddînê Xiznewî rabû..

Mele, Sofî û mirîdên şêx Elaeddîn jî, şerê wî kirin, ew bi dînbûn û kufrê tewanbar kirin û di encam de pir êşiya.. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir.. Wî jî, ji kerba navê xwe kir Pirêşan.. Werin, em wî bibîr bînin û silavekê li giyanê wî bikin.

 

   Berî 4 salan di roja (25.01.2011) an de, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), yê ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk bû di nav Kurdên Sûriyê de, ji nav me barkir.. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên Kurd de tê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî de tomar kir.. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..

   Erê, ew mîna mirîdekî Barzanî bû.. Xemxurekî ziman û rewşenbîriya Kurdî bû.. Bi ked û westandinê; hezkirina xwe di dilê welatiyên xwe de çand û navê xwe zindî kir.. Erê, ez jî ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku cihê melayê Pirêşan buhişt be. Wî navê xwe kir PIRÊŞAN, ji ber ku ew di jiyana xwe de pirr êşiya.. Erê pir êş, jan, kul û derd dîtin.. Werin em bi hev re kurtiyekê ji jînenîgariya wî bixwînin:

   Mele Nûriyê Hesarî, di 1934 an de li Hesara Kercewsê çêbûye. Di nav Kurdan de bi naznavê Seydayê Pirêşan dihat naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji herêma Hevêrkan bû. Erê, Mele Nûriyê Hesarî berî 4 salan ji nav me koçkiriye, em jî bejna xwe ji bîranîna wî re ditewînin.. Mala wî buhişta rengîn be…

 

Konê Reş, Qamişlo, 25.01.2015