Share |

Mezintirîn Ferhenga Gotinên Pêşiyan çap û belav bû

Berhem xebata zêdetirî 30 salan  a Mehmet Oncu ye û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin.

 

Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh ya gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek 1250 rûpel e.

 

Gotinên pêşîyan li gor beşên wan beş beş ji hev hatine cudakirin. Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşîyan yên li ser jinan, gotinên pêşîyan yên li ser mêrxazîyê, gotinên pêşîyan yên qencî û xirabîyê û hwd.

Di berhemê de zêdetirî 2 hezaran çîrokên gotinên pêşiyan cih digirin.

Di berhemê de zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn, an jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şîrovekirin.