Share |

Mihmed Şêxo û hunerê şoreşgerî .. Xeleka 1 û 2 . Nizar Yosif

wênê : Nizar Yosif

Gelo di nava kîjan celebên hunermendan de, hunermend ê mezin M.Şêxo tê bi cî kirin? Gelo cihê vî talentî ,û ev keda torankirî ya ku dayî? xwestek û mijarên li ser stirandî ( Şoreş, azadî, raperîn, zindan,sînor,,,), erzan dayîna can û giyan ji bûna wanan. Ew guhertinên civakî û netewî yê di xwestin û di ber de bizav di kir.

Bi çi mafî hinek kes yan jî hunermend wî di nava beşên klasîkan de bi cî dikin, li gorî ci zagonan hinerê wî di pîvin.Ev mirovê kuncên jiyana wî yên zelal û tarî,li dijî bend û xelekên zordestiya koletiyê bîn.Ti carî M.Şêxo di berhemên xwe de mercên sîstema feodal û kevneşopiya wê ne parastiye.

M.Şêxo qîma xwe bi stiranbêjiya ji devan bê wergirtin û hunerê şibî (teqlîd) û dubare kirinê ne aniye,giyan û ramanên wî têr nekirin e û hewldan jî nedaye li gorî wan şêweyan hunerê xwe peyda bike.ji ber ku ewan stiranan serdemek civakî û dîrokî û ramyarî şîrove kirine û ji nava wê derketine.

Ewî ne xwestiye wekî beşê parêzvanên hiner û wêjeya klasîk,destanên mêrxasî û egîtî û lehingiya demên berê bêje û binivîse, û nokerî û parastina çîna feodal û kevneperestiya wê nekiriye.

Ew guhertinên ku wî di kesayetiya xwe de peyda kirîn, û kêşa li ber çavên xwe danî,di xwest miletê xwe tevlî civaka wî di hindurê wê kêşana hunerî de bigihênê radeyek bilind.Ew mercên hunerî kevneperest yên sîstemên koletî û feodal ne parastin e û li şûna wan gevneşopan guhertin di dewsa wan de xwestiye û jêre lorandiye.Mercên merdiyê, serbestî û yekîtî û pêşketina civakê di wî hinerê xwe yê pak de danîne.

Erkên wî bîne hilbijartin û liqata mijarên jêderan,bi taybet ew gotinên heskirina  mirovan ji hev re di çînin,û pêşeroja netewek xemilî di deynin,bi vînî vî erkî serpêhatî û şarezayî danê, hêzek ji hest û baweriyan di hindurê xwe de peyda kir. Bi endizyariya hilbijartina helbestan û hostaya avakirina awaz û gotinan mebestên sîmkirî şîrove bike û sedemên nexweşî û bê derfetiyê li ber çavên mirovan deyne.Ew mijarên ku hestên guhertinê hilbidin û şoreşê bînin ser zimên,û pêy birîn û kederên welatê wî bi kewînin,û bişê wan alozî û seqetiyên kom bûyîn derman bikin.Wî mîna bêndera bêndervan hilwese û bide bayê,bi cefa coreyên bênderê ji hev veqetandin( tov,seroke,efare,binbêjink,ka ,,),heta verêj bi dest xist, ew encama zehmetkêşî û tengaviya jiyanê bî pêy girt.

Wekû li destpêkê diyar bûyî bizavek mezin li dijî stûnên klasîzmê û qalibê wê kiriye,bi raman û hestên xwe yên rewan,li tiştek cuda dervayî vê yekê xebitiyê û ji xwe re kiriye mitale û sergêjayî.

Ji bilî vê jî guhertin xwestiye,afirandiye, hinerê stiranê bilind kiriye.

Ji van cuda tir bizav kiriye bi gel re mijûl be,êş û janê wî pêy re par bike,bi saz û dengê rewan ji tarîstanê bikişîne tevlî kêşa tavê bike.Heta ku ew bi xwe sembol û nîşan be çû ye tevlî refên şoreşê biye. Ji ber ku erkê xwe wekî  hunermend di ronîkirina rê û perwerde yê de di zanî,ne li pêy astê ramanên gelêrî û sade ya civakê şopand,lê belê milet û civakê bi rêya hinerê stiranên xwe bi xwe re rake bigihînê elana(armanca)wan ya netewî.

Li paş de dinerî da ku serpêhatiyên hinerî bike bindarên berhemên pêşerojê,ji şêlgirî ya wî qalibî di reviya.  ,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,

 

 

08,03,13

 

 

 

Mihmed Şêxo û hunerê şoreşgerî                  

 

xeleka  2

 

Nifşê ji berî wan huner peydakirin strianên evînî û civakî li gorî sirûşteya kurdistanê xumal di xwendin(Hesen Cizrawî,Hesen Zîrek,Mihmed Arif Cizrawî,Gulbihar ,Mêrem xan,Elî Merdan,,, )li dûv wan re (Tahir Tewfîq,Şemal Saib,Tehsîn Taha,,,,,,,) 

Piştî şoreşa12 Eylolê li başorê kurdistanê bi rêvebiriya bîrawer Mistefa Barzanî, berdewamiya wê bi salên dirêj wekî navenda şoreşê di wê demê de, nav û dengê  xwe li seranserî welêt vedide û dibe cihê hêviyên netewî û tevlîbûnê.  

Bandorek taybet di aliyê netewî de li ser civaka kurd di dike,ew bandore li ser wêje û hunerê xuya dibe,Deriyê mercên ramyarî û çandî bihtir vedibin moral di nava gel de keş dibe,mîna zeviyek cotkirî ji bû pêşketinê çêdibe.

Gelek hunermendên afirêner bi talent li beşên kurdistanê serî radikin û rû didin,cûrbicûr rengên hunerê çêdibin û tên xwendin.Li vê rastê Tehsîn Taha, Tahir Tewfîq,Seîd Yûsiv,Nisrîn Şêrwan,Mihmed Teyb Taha,Ebdo Elanê,Cemîl Horo, Mehmûd Ezîz Şakir, Beşar Zaxoyî,Semîr zaxoyî,,,,,,,).bi van torankirên hinerê stiran bi gotinên nuh û helbestê bilind bî û giha guhên gel.

Di vê demê de gelek stiranbêjan şoreş aînin ser zimên,û têde xwendin   

Lê piştî têkçûna şoreşê sala1975an, stirana derd û janan rêz bike û çareseriyê di azadiyê û raperînê de bibîne li pêş milet bike, bi tiliyan di hatin hêjmarê.

Di wê heyînê de M.Şêxo yê li pêşber gelê xwe bi erk,bi guhêza xwe ya hunerî fireh,xwe ji nava wî nifşê hunermend şêland û deryê hişyarbûna milet û şoreşê quta.

Ewê nikisetê(dernixûnkir) M.Şêxo ji asta stirana netewî nimiz nekir ji derdê welatparîzî û netewî nehate xwarê, berdewam hinerê taze di weşand.

Vane çend nimone yên wênekêş ji stiranên wî:

 -Nisrîn : Nisrîn xwezî te bibînim, tu şîn bibî çareke dî,ne ji wê binê ji bineka dî,ne ji vî warî li wareke dî, xwezî çi car ne hehête dî ,heger bêtin bi rengekî dî,,)

-Xortên melê : xortên melê ne bêjimar,gêwên nehingin nav û dar,serbestî û azadî kar,xwînê dirêjin bê hedar,,,,,).

-Pşêkevin:Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî,yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî.wa miletê kurdî.Mal û dil û can bi carek bo te fîdakim,xwîna xwey paqij di rêjim bindestî nakim,wa miletê kurdî,,,,).

-Çibikim ji can:Çibikim ji can piştî herê jîna cewan,,,,Destê dua hêvî ji wan nakim ti car, ez çek bidin xortên heval merd û şiyar,mam Bêbihar bînim bi zorê xweş bihar,nedît bi qencî qet kesî tiştek ne da,,,).

-Rabe pismam: (Ev dem ne dema xewê ye,ev dema demê cengê ye,va leşkerê

Dujmin tê ye,şer li ser namûsa te ye,,,,,),belê bi dehan stiranên bi vî awayî hene!

Piştî wê nikisetê(dernixûnkir) ji bakûrê kurdistanê jî dengek nuh xweya kir,bi  taybet derketina wî ji welêt û mercên Europayê derfetên dengavedanê danê. Dengek bi hêz di stirana netewî de hate meydanê,ew jî bî nûnerek yê dibistana stirana şoreşgerî.  

Rengê sembolî di stiranê de gelek berz bî,ji ber mercên wê demê çavnêrînin dagirkiran siha xwe berdida ser her derî,hinera sembolî bi dengên:

Eyaz Yûsiv,Erdewan Zaxoyî,Ebdula Zêrîn Tehsîn taha,,,,,)xemilek bi şîn û şahî dida gelê birîndar.

M.Şêxo bi hunerê xwe şoreşek nuh di çanda me de dike,pişta gelê xwe û berjewendiyên netewî digire, li dijî wan werîs û xelekên hesinî bi saz û baweriyan şerê sînor û parêzvanên wan dikir li berxwe dida,bibî nîşana êrîşên dijmin û hevalbendên wan.Xeleka kevnariyê di şikîne,ji wê bermayê naxwe û venaxwe li şûna wê heyîna kurdistanê û şoreşê di hinerê xwe de di çîne û raber gel dike û mitaleyên wî di berdê ser tiştek bi nûş û nuh.Lewma bi girsandin biye hîmek bigehîn yê dibistana stirana şoreşgerî,û nûnerek sereke û xwerî(û) yê wê dibistanê.  

Vî afirênerê dilêr hemî qeyd û bend,dav û xefk,sînor li pêşiya xwe şikandin, bi dilfirehî li pêy xwestekên pîroz çû liqata gotinên wêne cuda xweş û berketî yên ku li bejna wî bên.Nîşana taqeta wî ya hunerî bi wan wênekêşên balkêş xweya bî,ev tişt nirxê guhêz(xeyal)di hostaya stiranê de li ber çavan di deyne.

M.Şêxo gelek pêncgav(awaz) xwendine, bi honandinek hunerî pir awazên cuda bi hostayî di stiranekê de bi cî kirine,di bejna wî de bilindiya hinerê resen diyare, bi xweser bûye stûnê navend yê stiranên netewî,lewma M. Şêxo ji hêla gelê xwe vê bûye cihê romet û rêzdariyê,bi kurdistanê û netewê ve bi cih dibe.

Ev mijar hêj berfireh dibe lê heta vê radeyê ezê bi dawî bînim.

Gelî lêkolînerên hinerê ez hew dizanim hûn min fêrtir bikin!!!!

 

11,03,13