Share |

Nûbiharê pirtûka "Hekîmtiya Kurmancî" weşandiye

Pirtûk behsa rê û rêbazên “Hekîmtiya Kurmancî” ya li derdora Semsûrê dike. Nivîskarî hevdîtin bi wan kesan re kiriye ku bi “Hekîmtiya Kurmancî” re mijûl in an jî nexweş ketine û serî li "bijîşkiya gelêrî" dane.

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Hekîmtiya Kurmancî” ya Dr. Tekin Çiftçiyî çap kiriye. Pirtûk behsa “Hekîmtiya Kurmancî” ya li derdora Semsûrê dike. Di pirtûkê de him têgehên mijarê, him çavkaniyên “Hekîmtiya Kurmancî” yên li Semsûrê û him jî “bijîşkiya gelêrî” û dermanên kurmancî hene.

 

Dr. Tekin Çiftçiyî di pirtûkê de beş bi beş behsa van mijaran kiriye û ji demên kevn heta roja me rewşa “Hekîmtiya Kurmancî” ya li vê herêmê kiriye. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye.

 

Di beşa yekem de nivîskarî agahiyên giştî derbarê xebatê de dane. Di vê beşê de armanc, rê û rêbazên xebatê, derbarê Semsûrê de hin agahî, hin ziyaret û tirbeyên li Semsûrê û hin zanyariyên din hene.

 

Beşa duyem behsa bawerî û pêkanînên bijîşkiya gelêrî ya li Semsûrê kiriye ku di vir de nivîskarî mijarên ducanîbûnê, tenduristiya zarok û dayikan û xwedîkirina zarokan lêkolîn kiriye.

 

Di beşa sêyem de bijîşkiya gelêrî û dermanên kurmancî ango kurdewarî heye. Di vê beşê de nivîskarî behsa bi dehan nexweşiyan kiriye ku navketin, ba, şeliqîn, taya salê, pizik, çavêş û hal beşek ji wan e. Her weha nîşan daye ku bê ka li beramberî van nexweşiyan çi derman hatine bikaranîn.

 

Beşa dawî ya pirtûkê ango beşa çarem jî derbarê ocax û saziyên ocaxê yên li herêma Semsûrê de ye. Nivîskarî di vî beşî de ocaxên li Semsûrê û bijîşkiya gelêrî ya van ocaxan bikar aniye nivîsandiye.

 

Dr. Tekin Çiftçi ev pirtûk di encama xebateke lêkolînê ango dîroka devkî de nivîsandiye. Li Semsûrê geriyaye, bi kesên karên wan “Hekîmtiya Kurmancî” ye an jî nexweş in û bi “bijîşkiya gelêrî” derman bûne re axiviye û tecrûbeyên wan nivîsiye.

 

Derbarê Tekin Çiftçiyî de

Nivîskar û lêkolîner e. Bi navê “Kilam û Jin” (Lêkolîn, Nûbihar 2014), “Zeviya Ramûsanê” (Kurteçîrok, Nûbihar 2015), “Cemîle/Adıyaman Mutfağı” (Edîtorî tevî Mehmet Oncu, ATAV, 2015) pirtûk nivîsandine. Di sala 1977ê de li gundê Narînceyê ya li ser Semsûrê jidayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li wir qedandiye. Di sala 1997ê de Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Li Amed û Mêrdînê li dibistanên cida dersdarî kiriye. Her weha li ser kurdî û Kurdolojiyê kar kiriye. Di sala 2013ê de li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî lîsansa bilind qedandiye. Doktoraya xwe di sala 2019ê de li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de kiriye. L iser folklora kurdan, di kovarên akademîk de gelek gotar weşandiye. Li Mêrdînê xebatên xwe yên li ser çand û folklora kurdî didomîne.

 

(FD)

bianet