Share |

Nasînek di derbarê Mele Ehmedê Eynberanî

( Xwedanê mezintirîn pirtûka pendên pêşiyan li Kurdistanê)
Mele Ehmedê Eynberanî  - DIHOK

 

Hozan Emîn- Melê Ehmedê Eynberanî di 1946an li gundê Eynberan girêdayî bajarê Sêrtê li bakurê kurdistanê ji dayikbûye .

bi rêka bavê xwe hînî xwendana qurana pîroz  bûye , piştî hînbûna xwendina quranê, wekî adet û tîtalên medreseyên kurdistanê bavê wî datîne ber destê mela û fêrî rêzmana Erebî dibe ( serif û nehû ) nêzîkî 8 salan li def mele Xalidê Qadî xwendina xwe qedandîye , di sala 1969 û ji bo ku zekat û sedeqeyên gundiyan nexwe di dema meletiya xwe de, xwestiye bi fermî di diyaneta turkiyê cih bigre û weke wezîfedar kar bike , li Entabê li gundekî kurdan salekê meletiyê dike , lê hezkirina wî ji welat û xwesteka xizmeta miletê xwe, ew eger bûn ku neheşt ew li Entabê bimîne  û neqla xwe anî gundê Suskê li devera Eroh û Sêrtê (Herêma Botan) û 8 salan li wir meletiyê dike, ew dem bû dema ku zimanê Kurdî qedexe bû û miletê kurd nedikarî  bi hesanî bi zimanê xwe biaxive , di vî derbarî de dibêje ( Min berê xwe dayê ku mesela kurdewarîyê di nav kurdan de qelsdibe û kurd esmîle dibin , min dest avêt komkirina gotinên pêşiyên kurda da ez wan ji mirinê qurtal kim),û di ber karê xwede dest bi komkirina   wan kir û paşê wî  neqla xwe anî gundê  xwe devera lê ji dayik bûye (Eynberan) û meletiya gundiyan dike, li wir jî karê xwe berdewam dike , lê bi awakî veşartî, ji ber şert û mercên siyasî yê wê demê ku dewleta Turk her tişt ji bo kurdan qedexe dikir û nexasime di aliyê siyasî û çandî de, dibêje ( Min her mehekê ew ( pend û şîret , çîrok û metlok û helbest ) kom dikirin û min dixistin kûpa û vedişartin li bin erdê) heya sala 1988an , dewleta Turk qedexe kir ku meletiya mezgeftê kurdan bike, û wî avêtin gundekê Edenê , li wir jî xebata xwe berdewam dike û tiştên ku kom kiribûn ji ser  kaxezên piçûk avêtin sere defterê, heya sala 1993an de necar dibe derkeve derveyî welat û wan destxetên xwe teslîmî perlementerekî kurd dike da ku li pêşiya wî derbasî Ewrupa bike , ew jî koçberî Welatê Elmaniya Dibe û nêzî  8 salan meletiya kurda dike , li wir jî  karê xwe berdewam dike , ji ber ku ji her deverên kurdistanê mirov li wir hebûn û ji devên wan gotin û pêndên kurdî werdigirtin.

heya sala 2003an Mele Ehmedê Eynberanî meletî dihêle û xwe vala dike ji bo wan nivîs û destxetan derbasî nava Kombiyoterê bike , ewên ji welat birbûn 7000 bûn û di encama keda  8 salan li Ewrupa jî 1500 gotin komkirbûn û wan dixe  qalibê pirtûkekê lê bi mijar û di mijarê de ji rêza tîpan ,  û bi ristek yan bi hevokên dirêj wan şirove dikir eger nezanîba jî  ji şarezaya diprsî, di wî warî de dibêje (Min berê xwe dayê ku kitêbeke wisa nehatiyê çêkirin, û ew kitêbên li bazarê hene di derbarê gotinên pêşiya ku hejmara wan dighê 23 yek bi yek min bi dest xistiye û min lêkolîn li ser kiriye tiştê ku li cem min tuneba min li kitêba xwe zedekirye ).

Her weha berdewam dike û dibêje (Min dît ku ev piroja di dest min de ewqas mezin bû ku  xebat û zehmetî û keda 43 salan encam da , û hejmara gotinên ku min dane hev gihane nêzîkî 58  hezarn , ev jimar hatiye parvekirin li ser 1600 mijara û gihaye nezî 4 hezar rûpelên a4) .

Ji bo ku ev ked û zehmetiya ku melayê hêja kişandiye bi salan, bighê encamekê ku kurd jê sûdê werbigirin û bibe çavkanî ji wan re , mela ev demeke ji Elmaniya berê xwe daye herêma Kurdistanê û li bajarê Dihokê ye, ta ku vê berhema giranbuha çap û belav bike.

Û bi rêka wezarata rewşenbî , di gel rêvebirê çap û weşanê li Hewlêrê hevdîtin pêk aniye , lê ji ber ku berhema wî bi zaravayê kurmnaciya jûrîne, wî rewaneyî rêveberiya çap û weşana Dihokê dikin, û berhema xwe sipartiye wan , û li ser soza ku wê çap û belav bikin, û di dawiyê de dibêje ( Ez sipasiya wan dikim ku teqdîra vî karî kirin û baeyax dan û bi nirx lênerîn da ku çap bibe û roniyê bibîne û ji kurdan re bibe jêder û were parastin û winda nebe) .  

 

Rojnama WAR