Share |

Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez bû Serokê PENa Navnetewî

 

 

 

Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez ku ji Kurdên Anatolya Navîn e, bû serokê nû yê PENa Navnetewî.

PENa Navnetewî îro demjimêr 16.30, serokê xwe yê nû hilbijart. Berbijêrên bo serokatiya PENa Navnetewî, Gioconda Belli, Ben Okri û nivîskarê Kurd Burhan Sonmez bûn.

Di dawiya merasîmê de, hat ragihandin ku nivîskarê Kurd Burhan Sonmez wek serokê nû yê PENa Navnetewî hatiye hilbijartin.

PENa Navnetewî ragihand, “Em kêfxweş in ku radigihînin romannivîsê Tirk-Kurd û parêzerê mafên mirovan Burhan Sonmez wek serokê me yê nû hatiye hilbijartin.  Burhan Sonmez, dê pêşengiya xebatên me bike û di şeş salên bê de mîsyona me teyît bike.”

Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez jî di gotara xwe de wek serokê nû yê PENê, spasiyên xwe pêşkêş kirin û got, “ez dê vê berpirsyarî û rûmetê, dema min erka serokatiya vê organîzasyona esîl pêk anî, dê her dem di dil û hişê xwe de bigirim.”

Hevseroka PENa Kurd Eslîxan jî derbarê hilbijartina Burhan Sonmez wek Serokê PENa Navnetewî peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez bû serokê PENa Navnetewî, li ser xêrê be, em bi dil û can wî pîroz dikin. Hem wek PENa Kurd û hem wek milletê Kurd em pê serbilind in, em gelekî spas dikin.”

Hevseroka PENa Kurd dibêje, di qada navnetewî û di qada rewşenbîrîyê de ev serkeftineke hêja ye, “em hêvî dikin ev serkeftin di her qadê de berdewam bikin. Çi kesê ku bûn alîkar jî em gelekî spasiya wan dikin. Ji PENa Navnetewî re jî pîroz be û li ser xêrê be. Ji ber ku bi salan e di rêveberiya PENa Navnetewî de bû û xwedî tecrûbe ye, em hêvî dikin bi zêdebûn serkeftinên PENa Navnetewî dom bikin. Bi hêviya dilxweşiyê.”

 

Burhan Sonmez kî ye?

 

Nivîskar Burhan Sonmez li gundekî biçûk ya naverasta Tirkiyê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi Kurdî diaxivî lê di fermiyetê de Kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî Tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. Ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û piştî heft salan karî mezûn bibe. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî (Taksav) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Brîtanyayê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt.

 

Tevî ku bi helbestê eleqedar bû û li Tirkiyê ji bo helbestên xwe du xelat wergirtin, li xerîbiyê destê xwe li nivîsandina romanan gerand. Eleqeya wî bi nivîsandinê, ji ber çîrokên kevneşopî yên ku pê mezin bûye. Tecrûbeya bêhempa bi mezinbûna li gundek dûr û bêyî elektrîkê, xwedîbûna wî bi dayikek çîrokbêj ya jêhatî ji nivîsên wî re bûne îlham û materyal peyda kirine.

 

Burhan Sonmez nivîskarê pênc romanan e. Romanên wî Kûzey (Bakur-2009), Gunahlar ve Masûmlar(Guneh û Masûm, 2011), Stenbol Stenbol (2015), Labîrent (2018), Taş ve Golge(Kevir û Sî, 2021) ne. Romanên wî li 42 zimanan hatine wergerandin.

 

Li Şahnişîna Yekbûyî ya Brîtanyayê sala 2018an Xelata Edebî ya EBRDyê wergirt. Ji Weqfa Vaclav Havel ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (2017) xelata "Distirbing the Peace (Astengkirina Aşîtiyê)" stend. Li Tirkiyê Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavî (2011), Xelata Romana Herî Baş ya Izmîr St. Joseph (2011) stendiye.  Xelata Rûmetê ya Çîroka Herî Baş ya BUYAZ (2015) jî stendiye.

 

Pirtûka helbestê ya William Blake ya bi navê “Zewaca Bihuşt û Dojehê”  wergerandiye Tirkî. Nivîsên wî di rojnameyên cihêreng ên wekî The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica hatine weşandin. Endamê Jurî yê Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret-2014 û Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevre-2020 bû. Li Tirkiyê li zanîngeha ODTU mamostetiya wêje û romanê kiriye.

 

Burhan Sonmez endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Bi salan e endamê Rêvebiriya PENa Navneteweyî bû.

 

RUDAW