Share |

Nivîskarû dîroknas Dr. Sîraç Bîlgîn wefat kir Jiyan û xebatên

 

Nivîskar, dîroknas û siyasetmedarê kurd Dr. Sîraç Kekuyon (Bîlgîn) ku ev demeke dirêj bû ji ber kanserê dihat dermankirin wefat kir.

 

 

Bîlgîn ev demek dirêj bû dihat dermankirin, lê di vê hefteya dawî de rewşa wî girantir bûbû. Bîlgîn roja 7'ê vê mehê ku li Upsalaya Swêdê dihat dermankirin wefat kir.

 

Dr. Sîraç Bîlgîn li ser çanda kurdan, li ser dîrok û mîtolojiyê nivîs û pirtûk nivîsandibûn. Yek ji pirtûkên Bîlgîn jî "Yapraklar Açana dek (Santraç)" (Heta Pel Şîn Bibin/Kişik) bû ku li ser berxwedana gerîlayan a li Licêya Amedê bû.

Bîlgîn bi tirkî dinivîsand.

 

Sîraç Bîlgîn bi taybetî ser dîroka Kurdistanê xebatên girîng pêk anî û bi sedan gotar nivîsand.

 

Vane hin pirtûkên wî:

- Mitolojik ve tarihi gerçek lerin işiginda Newroz

- Avesta

- Barzanî

- Govend

- Yapraklar Açana Dek (Satranç)

- Zarathuştra

- Zarathuştra - Gathalar.

 

 

AMED- HawarNet