Share |

Nivîskar Çiya Mazî “Ji alî çap û nivîsandin pirtûkan pêşketin e, lê ji alî xwendin û kirîna pirtûkan têkçûn e”

Nivîskar Çiya Mazî

Hevpeyvîn: Hozan Emîn

Çiya Mazî nivîsakarekî kurd e, jîr û zîreke di gelek warên wêjeyî de dinivîse nemaze; helebest, çîrok û wêjeya devkî û kelepûr û xudanê gelek berhemên giranbuha ye, di sala 1960ê de li Şemrexa ( Mazîdax) Mêrdînê ji dayik bûye, nivîskariya wî ya bi kurdî ji sala 1993yê dest pê kiriye û wî heta niha gelek berhem ji çîrok, helbest û nivîsaran belav kirine her berdewam e. Di van demên dawî de berhemeke wî ya nû ji aliyê weşanxaneya Berbang bi nave ‘Baxek Ji Folklora Kurdî- ji derdora Mêrdîn’ ve çap û belav bûye, me delîve dît ku em bi wê helkeftê vê hevpeyvînê çêkin û wî jî bi spasî bersiva me da.

1-Em di destpêkê de dixwazin, hûn behsa berhemên xwe bi giştî bike, çend in û di çi warî de ne?

Çar berhemên min yên çîrokan hene (Mistek Jiyan, Mijarên Mîqro, Bahol, Peyarêk), yek helbest (Palûte), yek Ferheng (Ferhenga Gotinên Pêşiyan) bi latînî û tîpên kurmanciya jêrîn hatine çapkirin. Berhemek helbestan ya Muslum Yucel û Kurdistana Sor ya Hejarê Şamîl (bi hevkariya Saih Kevirbirî) min ji tirkî wergerandiye kurmancî. Yek jî û ya dawî  xebatên folklorê ye, ew jî "Baxek Ji Folklora Kurdî-ji derdora Mêrdîn" e.

2- ‘Baxek Ji Folklora Kurdî- ji derdora Mêrdîn’, berhema we ya herî dawî , bi taybetî ji me re behsa wê bike?

Belê. Ev berhem wekî berhama min a 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' bi domdariya gellek salan hatiye ser hev. Ango ji dema ku min dest bi nivîsandina kurdî kir ji salên 90'î de, heçî tişên ku ez lê rast dihatim û bala min dikşandin wekî, pêkenok, gotinên xweş, peyvên ku di ferhengan de cih nedigirtin, yên tewşo mewşo (absurd) û biwêj, peyvên pişeyan, stranên ku dengbêjan digotin min hemî bi qasî karîbû berhev dikirin û li ba xwe tomar dikir. Ev berhama jî ji wan berhevkirinan pêk hatiye. Bi giştî 384 rûpel e, bi taybetî yên derdora Mêrdîn in û bi taybetî jî yên derdora Çiyayê Mazî ne. Beşek jê stranên dengbêj Fadilê Kufragî ne ku li herêma Mêrdîn û Çiyayê Mazî pir navdar e. Bi taybetî jî dûrikên (Çarîn-Manî) vê herêmê ku heta niha min tu xebat di derberê wan de nedîtine jî di vê pirtûkê de min cîh daye wan. Ev dûrikên aliyê Çiyayê Mazî bi taybetî ji alî jinan tê gotin û zilaman di şahiyên bûkan de qet negotine û nabêjin, tenê jin dibêjin û wekî rexneyan raveya rewşa civak û şahiyê dinirxînin bi wan dûrikanên xwe. Di demên berê de jinên vê herêmê bi vî awayî ramanên xwe anîne zimên û hinek ji wan jî gellekî tûj in jî, wekî dibêje:

 Bavê bûkê kûçkê sor o/

Li ser xênî bû kulor o/

Xwakê qurban we rê şaş kir/

Bûkê derxin xaniyê jor o/

Heke ez derfetan bibînim bawer bike hê gellek xebat û lêkolîn li ser vana pêwist in û derxistin û nirxandina van ramanan hêjayî ravekirinê ne, ji ber ku li himber civakê ku ji 30 sal berê û wê de jinan civak û kes bi vî awayî rexne kirine. Tiştekî ecêb ew bû ku min bi xwe jî dîtiye, dema ku ev dûrik di şahiya bûkê de dihat gotin wekî sincekî wekî kevneşopiyekê kesî û tu zilaman bertek nîşan nedida, berevajî wê yekê ku bertek nîşan bidana yên derdorê digotin "eybe, dawet e, ewê bibêjin, tiştek nabe". Ev helwesta jinan ya wê demê hêjayî nirxandinê ye, ji xwe min di panelek ku zanîngeha Stenbolê ya Bîlgiyê jî li ser van dûrikan û ramanana pêşkêşî kir, lê belê hê tu zanîngehên kurd û saziyên wan ji bo van dûrikana daxwazek semîner an panelan ji min nekirine.

 

3-We weşanxaneyek damezirand bi navê Berbang, kengî û li ku we ava kir û we çend pirtûk heta niha çap kirine?

 

Piştî ku teqawît bûm ji kargehê, min amadekariya tiştekî wisa kir. Pêşî min ji hin weşanxaneyan re werger, redaktorî, edîtorî kir û di sala 2013'an de biryar da ku ji vî karî pê ve ez dê tu karê din nikaribim bikim û di kar û barê jiyanê de jî tu sûdeya min dê negihijê kurdî. Damezrandina weşanxaneyan ji alî fermî de ne pir zahmet e lê birêvebirin, belavkirina pirtûkan, edîtorî ked jê re divê. Herwiha peydekirina fînansmanê jî zahmet e. Min hemî bi deynê benqeyê saz kiriye û dimeşînim. Ji alî edîtoriya helbestê jî helbestkar Şivan Zeren alîkariya min dike. Heta niha 5 pirtûkên weşanxaneya 'Berbang'ê hatine çapkirin. Lê projeyên me pir in. Gellek nivîskar jî daxwaza weşanên pirtûkên xwe dikin. Projeyên min bi xwe jî hene û qediyane, lê derfetên me pir kêm in, ji ber wê yekê jî pir hêdî dimeşe. Heke derfet hebin em dê projeyên baş pêşkêş bikin. 

4-Rewşa pirtûkên kurdî li bakurê Kurdistanê di çi Astê de ye?

Bawer bike ji alî çapkirinê pirtûkên kurdî li bakurê Kurdistanê pir zêde bûye. Wekî îstatistikên dewletê dibêje di sala 2013'an de 400 û zêdetir pirtûkên kurdî çap bûne. Ev li gor dîroka kurdên bakur gellekî hêja yî pesnê ye. Lê belê dema mirov tê ser babeta xwendin û kirîna pirtûkan ji alî mirovên Kurd ve, mirov şaş û metal dimîne. Tevlî hemû bêderfetiyên weşanxane û nivîskaran ewqas pirtûk tê çapkirin, lê belê  di şeş mehan de ji sedî deh jî nayên firotin. Pirtûkên herî baş û yên nivîskarên herî navdar jî ji hezar nusxeyî zêdetir çep nabe ji xwe. Van salên dawiyê hejmara nusxayan daketiye 500'î û hê kêmtir. Lê wekî me got weşanxane jî pir dibin û hejmara çapkirina pirtûkan jî. Ev nakokiyek mezin e. Ji alî çap û nivîsandinê pêşketin, lê ji alî xwendin û kirîna pirtûkan têkçûn heye.

5- Li gora we sedemên wê çine?

Hilbet sedemên wê ne tenê ku kurdên bakur bi tirkî mijûl dibin û nizanin kurdî bixwînin. Sedem çendek heb in. Yek jê ku xwendina pirtûkên çapkirî li hemû dinyayê ji ber teknolojiyê (internet) kêm bûye. Lê tevlî li hemî dinyayê wisa ye jî mînak li tirkî hinek pirtûk hene bi sed hezar nusxeyî çap dibin. Sedema duduyan jî tunebûna dibistanên kurdî ye. Mirov êdî nikare ji tu kesî re bibêje çima tu bi kurdî naxwîne, mafê me jî tune ye êdî. Lê heke dibistan û perwerde bi kurdî be ji bêgavî dê bixwîne. Nîşana vê yekê jî ev e ku dema Zanîngeha Artuklu û çendên din dest bi vekirina beşên kurdî kirin xwendin jî û şopandina pirtûkên kurdî jî zêde bû û herwiha nirxandinên akademîk jî dest pê kirin. Bidestxistina perwerdeyê jî karê siyasetê ye. Heta ku siyaset vê çeperê, mafê perwerdeyê bi dest nexe, çi di xweseriya demokratîk de çi di serxwebûnê de, xwendin û firotina pirtûkên kurdî dê dakeve binê sifrê li bakur.

Dewlemendên Tirkan jî alîkariyê didin weşanên pirtûkan. Mînak banqe bi xwe pirtûk û berhemên hunerî çap dikin, dewlemend dibin sponsor û bi deh hezaran pirtûk dikirin. Herwiya 700 pirtûkxaneyê dewletê heye li navçeyan van pirtûkxaneyana jî pirtûkên tirkî dikirin, lê dewlet pirtûkên kurdî nakirin. Dewlemendên Kurd jî qet nakirin û nabin sponsor. Dewlemendên welatparêz jî tenê berê xwe dane siyasetê, pirtûkên kurdî qet bala wan nakişîne. Heta niha bi piranî bi hewl û fedekariya nivîskaran ev kar dimeşe. Lê ew jî heta kîjan demê êdî nizanim.

6- Çareserî wê li gora we, çi be?

Dewlemendên Kurd dikarin bibin sponsor ji bo çapkirina pirtûkên lêkolînî yên nivîskaran. Hukûmeta Herêma kurdistanê ku hinekî aramî pêk bê li ser axa welêt, dikare ji her weşanxaneyê kurdî ku li Bakur û Tirkiye bi taybetî pirtûkên bi kurdî û latînî bistîne û li zanîngeh, dibistan û pirtûkxaneyên Başurê Kurdistanê belav bike. Herwiha Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku di dest kurdan de ne jî dikarin ji hemû weşanxaneyan pirtûkên bi zimanê kurdî bikirin û li gel an jî li saziyan belav bikin. Bi vî awayî dê hinekî weşanxane bêhna xwe bistînin û projeyên hêja pêk bînin. Bila kesên Kurd ne tenê bi nivîskaran, pirtûkan û weşanxaneyan xwe bipesinînin û pesnê nivîskaran bidin û bibêjin "em bi nivîskarên kurd serbilind in". Her wiha ji bo herkesê kurd ev babet derbas dibe. Bi vê yekê nivîskar ne dilxweş dibe û ne bi pêş dikeve. Bila alîkariya belavkirin, xwendin û weşanan bikin bêyî bandor û berjewendiya xwe ya siyasî û partîzanî. Kesên kurd jî heke hezkirina wan ji nivîskaran re ji zimanê kurdî re heye divê pirtûkên wan bixwînin û belav bikin, tenê  serbilindbûn û hezkirineka ji nivîskaran bi peyvên vala sûdeyê nade welêt û kurdî. Hezkirina ziman û nvîskar ew e ku pirtûkên wî bê xwendin, ew yek wî bextewar dike. 

7-Peyvek we yî dawî hebe, yan hûn bixwazin balê bikşînin ser xalekê hûn azad in? 

Peyva dawî jî, tevlî ku min di jiyana xwe de pir êş ji bo vî zimanî kişandiye û tevlî ku ji bo wî xizan û birçî mame û hê jî zahmetiyên mezin dikişînim jî, wekî gelek kesên nifşên xwe, ez dê karê wêjeyê, nivîsa kurdî û lêkolînan bidomînim heta niqutek xwîn di bedena min de hebe tu hez dikî çi dibe bila bibe, ji ber ku di paşeroje xwe de, ji ber zilm û zora serdestan min ev ehd û peyman di giyanê xwe de mohr kiriye û xelas, û gellek spas.  

DIYARNAME