Share |

Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Kadrî Yildirim Koça Dawî Kir

Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Kadrî Yildirim
Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Kadrî Yildirim

 

 

Nivîskar, lêkolîner û parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Profesor Kadrî Yildirim, roja Înê 26-3-2021  li Amedê koça dawî kir.

Yildirim, Roja Çarşemê jiber celteya mêjî li nexweşxaneyê di servîsa nexweşên giran de dihat derman kirin.

Yildirim di meha donzdeh, Berfanbarê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû, lê jinûve qenc bûbû.

Profesorê Kurd bi lêkolînên xwe berbiçav bû. Ew yek ji damezrenerê Beşa Zimanê Kurdî yê li Zanîngeha Artuklu bû.

Di sala 2011'an de, piştî ku ev beş hate vekirin bi dehan xwendekarên Kurd di dereceya lîsans û masterê de wek mamosteyên Kurdî hatin perwerde kirin.

Yildirim demeke dirêj gerînendeyê Enstîtuya Zimanên Zindî bû û di sala 2015'an de ji bajarê Sêrtê ji HDP'ê bûbû parlamanter.

Dr. Yildirim di sala 1959'an de li qeza Licê ya Amedê ji dayik bûbû û wî Zanîngeha Harranê, Fakulteya îlahîyatê qedandibû û paşê jî li Zanîngeha Dîcleyê li heman beşê bû mamoste û profesor.

Piştî ku d sala 2010'an de Zanîngeha Artuklu hate damezranndin ew bû cîgirê rektor. Di heman zanîngehê de di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî de bû rêvebirê Ziman û Çanda Kurdî û paşê jî bû dekanê fakulteya îlahîyatê.

Yildirim Bi erebî û Farsî dizanî û li ser belegyên dîrokî yên er ziman, bawerî û erdnîgarîya Kurdan lêkolînan dikirin û gelek nivîsar û pirtûkan nivîsîn.

Wî di sala 2011'an de pirtûka Mem û Zîn jibo Wezarata Çandê ya Tirkîyê wergerandibû û di sala 2008an de jî kullîyata Ahmedê Xanê jibo weşanxaneya Nûbiharê amade kiribû.

Yildirim li ser femînizma Îslamî pirtûkek nivîsîbû ku ji alîyê weşanxaneya Avesta hatibû çap kirin.

Dîsa, di sala 2018'an de li ser alim û medreseyên Kurdî pirtukeke wî derketibû û di heman salê de dîsa ji Avesta pirtûka wî ya bi navê “Bi Her Alî Rojava” derketibû.

Hêjayê balkişandinê ye meytê Yildirim roja Şemîyê li Amedê wê were bînax kirin.

dengeamerika