Nivîskar û rewşenbîrê Mehmed Emîn Bozarslan ku ji Licêya Amedê bû û ev 45 sal bûn li Uppsalaya Swêdê dijiya, roja duşembê 9-2-2026 an koça xwe ya dawî kir. Li ser navê malbatê Aycan Şermin Bozarslan agahiya mirina Bozarslan ragihand.
Bozarslan di sala 1934'an de, li gor hinan 1935'an de hatiye dinê.
Ev nêzî 60 salan bû li ser kurdî xebatên xwe didomand. Heta niha gelek pirtûkên wî derketine. Ji "Mem û Zîna" Ehmedê Xanî heta Ferhengê, ji "Şerefname"ya Şerefxanê Bedlîsî heta "Meyro", "Melayê Meşhûr" gelek pirtûk amade kiribûn û belav kiribûn.
Wî niha xatin xwest. Li ser wesîyeta wî merasima cenazeyê tenê malbat beşdar bû. Ew bavê akademisyen Hamît Bozarslan bû jî.
11'ê mehê saet navbera 13.00 - 16.00'an de li Stabby prastgarda Uppsalayê (Staby backe 1, Uppsala) ji bo wî dê şîn bê danîn.
***
Diyarname