Share |

Nivîskar Şêxmûs Dîken “Diyarbekir ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo Ermeniya û Aşûriyan û qewmên din jî girînge”

Hevpeyvîn: Hozan Emîn

 

Şêxmûs Dîken nivîskarekî çalake Kurde, bi xebatên xwe yê lêkolîn li ser mêjû û çanda kurdî ve li Amedê dihêt naskirin, li sala 1954an de li nava bedena sûrên Amedê ji dayk bûye, biçûkitya xwe di navbera mehela Elî paşa û gawira de qedandiye, û dibistana xwe ye seretayî û amadeyî li Amedê qedandiye, û berê xwe daye Enqerê û li zankoyê beşê Siysetê diqedîne, Qeymeqamtiyê dike heya sala 1980 ku derba eskerî çêdibe, imkanên berdewamiyê namîne, loma ji dev berdeide, û tevlî jiyana sifîl dibe û dibe çalkvanekî naskirî, û pirtûkan dinivîsîne, û gotaran di rojnameyan de belavdike, heya niha 15 pirtûk wî li çapxaneyên mezin û naskirî çap û belav bûne, û 9 selan di rojnameya “bîr gun” gotara dinivîse, herweha 13 selan heftane dinivîse, her weha li ser bajarê kevnar Amed û li ser dîroka devkî ya wê û kultura wê, di nava gelek kovar û rojnameyan de dinivîse, me delîve dît ku em çend pirsan bo rojnamaya Evro bikin bi spasî bersiv da.

-      Ti çawa Amedê dide nasîn?

 

-      Bajarê qedîm Diyarbekirn li nava Sûrên wê 5000 sal bê navber jiyan didome, mal, çihên olî û bazar avakirine û li nav kuç û kolanên vî bajarî mirov li ber xwe didin, ev taybetmendiya Amedê ye, dibe ku li Rojhilata navîn û deverên din jî hene wek “ Babil û Nînova, Efes, Fasîlis” ev çar bajar temenê wan wek yê Amedê ne, lê niha ew bajar nemane, tênê wek eser û Arkoloj mane, lê Diyarbekir hîn li ser piya ye û xwe parastiye, li vir giringiya Diyarbekir derdikeve, û rê li ber lêkolîn û geriyanek berfireh vedike, ev bajar 36 şaristanî li ser hatine û çûne, û li şûna xwe li ser keviran neqiş hiştine, loma Diyarbekir ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo Ermeniya û Aşûriyan û qewmên din jî girînge, û pêwiste mere li ser lêkolîn û lêgerînek hûrbîn bike û ragihîne ji dunyayê re bide nasîn, loma ji bo min ev meselê pir girîng bû ji biçûkatiya xwe de bala min kişand, û min ev xebat li ser kirin, vayê zedeyî 25 salan xebatên min hene lê hîn jî ez tiştên nû nas dikim, û hîn jî tiştên nû derdikevin, û ez lê matmayî dimînim ku ev çilo mane veşartî.

 

-      Derbarê pirtûkên te de naverokan li ser çine?

 

-      Bi piranî wek me got li ser Amedê ne, û miletê Kurd û Kurdistanê û qunaxên siyasî û li ser saziyên sifîl “Civil society organizations” û çi karî dikin û ji bo çi çêdibin û wezîfên û kar û barên wan çine? min lêkolînên piratîk çêkirine, li Kurdistanê û li Turkiyê gelek lêkolînên min li ser jiyana Sifîl, her weha dîwanek min ya helbestê jî heye her li ser Amedê û ji aliyê huneremndê Ermenî yê Amedê ku niha li Emerîka ye, awaz jêre danî û bi pirtîkê re belav bûne, pirtûka min ya dîroka Amedê ji aliyê nivîskara hêja Zeyneb yaş hatiye wergerandin ji bo zimanê kurdî, û ji bo zimanê Firensî jî, her weha pirtûka min li ser Ermeniya li Bulgariya û Firensa û çapbû û wê nêzîk jî bi zimanê Elmanî derkeve û niha jî du pirtûkên min di bin capê de ne yek “ şehir Amed” û “Dayka Amîda”

 

-      Te li şaredariya Amedê jî gelek karên bi nirx kirine, tu kare ji me re behis bike?

 

-      Di sala 1999an Kurd li gelek bajaran bi ser ketin û serokatiya şaredariyên xwe kirin, yek jê jî Amed bû, bangî min kirin, min dawetnama wan qebûl kir û ji wê sale heya îsal ku 14 salin xebitîm, me gelek karên hêja kirin li ser kutur û çanda û kevneşopiyên Amedê, me gelek Festîvalê Edebî û Muzîkê û her wekî din li dar xistin, û me ev bajar bi mêvan û dunya yê da nasîn û min wijdanê xwe rehet kir û ez rehet radikevim, ku min wek erkek beranberî vî bajarî û şaredariya wê û xelkên wê dikir.

 

-      Gotina we ya dawî, ji bo xwendevana çiye?

 

-      Belê Kurdistan gelek şehir û çihên balkêş tê de hene, ev ne li Bakur, li başûr jî û rojhilat û rojava jî, li ba dilên min wekî pirçeykî, û em yekin em dostê hev û malbatê hevin, bi ruh û cane xwe em yekin, ez ji tevayan re silavên Amedê dişînim, bera her hebin her bijîn, û çiqas navê Kurd û Kurdistan bilind dibe, wê çaxê dilê me rehet dibe, û zor sipas ji were.