Share |

Orkestra Zarokên Rojava li Qamişlo derket ser dikê

Bi şahiyekê xebatê Yekmîn Orkestra ya Zarokên Rojava hate pêşkêşkirin. 

Yekmîn Orkestera ya Zarokên Rojava li bajarê Qamişlo, dest bi xebatên xwe yên hunerî kiriye. Ji bo danasîna berhemên hunerê li navenda zarokan şahiyek hat lidarxistin. Orkestra ya zarokan bi piştgiriya Desteya Perwerde û Fêrkariyê ya Kantonê hatiye organîzekirin. Zarokên temenê wan navbera 6-16 salî de perwerde dibînin. Xebatên Orkestra zarokan 6 meh e destpêkiriye. Di şahiyê de ji Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantonê, Yekîtiya Nivîskar û TEV-ÇAND'ê û malbatên zarokan amade bûn. 

Di şahiyê de rêveberê peymangeha perwerdeya hunerî Mihemed Îsmaîl axivî. Mihemed da zanîn ku yekemîn care li Rojava zarok perwerdeya orkestra dibînin û di derbarê xebatên wan ên hunerî de ev agahî da: "Heya niha 35 zarok di beşa orkestrayê de, 100 zarok jî di beşa peymangehê de fêrî xebatên hunerî dibin û dê ev xebat bê mezinkirin." 

Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jî kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatên zarokan anî ziman û diyar kir ku zarok dê pêşeroja vî welatî bi huner û berheman bixemilînin. 

Di dewama şahiyê de Orkestra Zarokên Rojava du berhemên xwe yên mûzîkê da guhdarkirin. Zarokên peymangehê jî li ber dengê tembûrê stranên amadekirî gotin. 

Berhemên zarokan bi çepikên germ ên guhdaran hatin pêşwazîkirin.

 

JINHA- QAMIŞLO