Share |

Pêşangeha “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn li Amedê hate vekirin

 

 

 

Pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke

qelebalix li navçeya Sûrê vebû. Encumena Meclîsa Gel a Qazaxistanê Narîn Nadîrova, Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekram Îmamoglu, Konsulê Swêdê ya li Stenbolê Peter Ericson û hemareke din ji kesayetên di warê siyaset, karsaz, rewşenbîr û hunermendan de beşdar bûn.

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn ya ku ji ber pandemîyê sê caran hatibû paşxistin roja 16ê Cotmehê hat vekirin û biryar e heta 31ê Kanûna 2021ê wate dê du mehan ji hunerhezan re vekirîbe.