Share |

Pêşangeha karîkaturîstê Kurd Mihemed Seyda li Amedê

Pêşangeha karîkaturîstê Kurd ji rojavayê Kurdistanê Mihemed Seyda li Amedê derket pêş hunerhezan. Seyda li bajarê Amûdê hate dinê, lê ew 20 sal in ku li Swêdê dijî. Di berhemên xwe de girîngî dide mijarên wek mafê jinan, sansur, otosansur, azadîya ramanê, rexneya sîyasetê.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev pêşengeha li qesra Zêrzewan hatîye vekirin û wê heya 27 adara 2022an berdewam bike.