Share |

Pêşangeha portreyên navdarên kurd li Hewlêr hate vekirin

 

 

 

Li Hewlêrê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd hat vekirin.

Bi amadebûna Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Dr. Salar Osman, roja 5ê Cotmeha 2021ê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd li hola Mîdaya ya Hewlêrê hat vekirin.

Di pêşangehê de portreyên helbestvan, nivîskar û kesayetiyên Kurd ên navdar wek: Hejar Mukriyanî, Musa Anter, Ebdulkerîm Muderis, Cegerxwîn, Mesture Erdelanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Ereb Şemo, Pîremêrd, Dildar, Mehewî, Hepsexanî Neqîb, Hecî Qadirê Koyî û çendîn kesayetiyên din ên navdar hatin pêşandan.

 

 

 

BASNEWS