Share |

Pêşengeha "Êşên Efrînê" li Hewlêrê

 

Li garleriya Fêrgeha Framing a li Hewlêrê, 25 tabloyên nîgarkêşa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Hemoş hatin pêşandan, ku di qebareyên cuda cuda de bûn û derbarê êş û azarên xelkê Efrînê de bûn.

Bêrîvan Hemoş ji Rûdawê re axivî û ragihand, “berî çend salan min biryar dabû ku rojekê ji rojan pêşangeheke taybet li bajarê Hewlêrê vekim, ew xewna min bû, lewra min ew tabloyên li vir taybet ji bo vê pêşangehê çê kirine. Min piraniya van tabloyan li Hewlêrê xêz kirine.”

Hunermend Bêrîvan Hemoş herwiha got, “tabloyên min wateyên cuda cuda hene, bi taybet behsa êş û derdên Efrînê û gelê Kurd bi giştî dikin.”

Hemoş herwiha diyar kir, “min navê pêşangehê kiriye buxçika bîranînê ku berî şer, hezkirin, hevaltî û jiyaneke sade hebû, piştî şer jî malwêranî, koçberî û nemana xweşikiya xwezayê bi xwe re anî.”

Hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Hemoş destnîşan kir, sor rengekî germ e û di piraniya tabloyên xwe de bi kar aniye. Wî tekez kir, li cem wê rengê sor wateya jiyanê dide, çimku xwîn jî sor e, xwîn jî wate jiyan.

Bêrîvan Hemoş got, ew dixwaze bi rêya tabloyên xwe peyama aştiyê bigihîne her kesî.

 

Pêşangeha tabloyên wê hunermenda Kurd di çarçoveya projeya Hêlan a Peymangeha Gotte ya Almanî de bi hevbeşî ligel Fêrgeha Framing a bo Wêneyên Rojnamevanî hatiye lidarxistin. Ew proje dema 2 salan e berdewam e û giringî dide hunerê û projeyên hunerî yên gencan.

 

Bêrîvan Hemoş sala 1990 li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, kolêja hunerên bedew a Helebê qedandiye, niha li Hewlêrê dijî û li ser çalakiyên xwe yên hunerî berdewam e.

Ew nîgarkêşa Kurd beşdarî di çendîn pêşangehên taybet û hevbeş de li Rojavayê Kurdistanê û welatên din kiriye, û ev cara yekemîn e ku li Hewlêrê pêşangeheke hunerî vedike.

 

Bilind T. Abdullah