Share |

Pêşengeha 6’emîn ya hunera şêwekariyê li Qamişlo hate vekirin

 

Roja 18 gulanê 6’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Pêşengeh bi beşdarbûna bi dehan kes li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişlo ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye vekirin.

Di pêşangehê de 139 tablo û 6 peykerên ku ji aliyê 139 şêwekaran ve hatine çêkirin, tên pêşandan.

Her wiha, endamê Komîteya Aamadekar a Pêşangehê Mûnîr Şêxî jî diyar kir ku hejmara beşdarên pêşangehê ji salê borî zêdetir e û tabloyên wan îsal baştir in.