Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî di heyama 3 rojan de û di navbera 6 û 9 Eylûlê li bajarê Kilzenkirchen ê Almanyayê berdewam bûn.
Di sê rojên çalakiyên festîvalê de bi dawî bû, bijarteka kurtefîlm ji zêdetirî 92 welatan hatin pêşandan û festîval bi fîlmê kurdî ê yê bi navê “Yek Momek Do Momek” ê derhênerê kurd Jano Rojbyanî dest pê kir. . ev festîval diyarî derhênerê kurd ê rojhilatê Kurdistanê “Taha Kerîmî” hate kirin. Yek ji xalên herî xweş ên vekirinê, amadebûna hunermendê Kurd Xêro Abbas bû, ku bi dengê xwe yê şîrîn û awazên kevneşopî, bi strana ku pêşkêşî kir, hesteke hunerî ya taybet li festîvalê zêde kir..
Ev festîval bi amadebûna berfireh ya nûnerên civaka sivîl û çalakvanên sifîl, ji bilî hunermendên naskirî yên Kurd li meydana Ewropî û hejmarek ji rojnamevan û dezgehên ragihandinê yên Kurd û Ereb jî bi amadebûna berçav hat hejmarek hunermendên sûrî yên navdar.
Ev kombûna hunerî û çandî derfetek bû ji bo bihêzkirina pêwendiya di navbera hunermend û gel de, ji ber ku karên hunerî yên ku pirsgirêkên civakê û dîrokê nîşan didin, ji bilî pevguhertina ezmûnan di navbera hunermendên herêmî û navdewletî de hatin pêşkêş kirin. Festîvalê herwiha bû sedema bihêzkirina nasnameya çandî ya Kobanî wek bajarekî xwedî dîrokeke dewlemend û xwedî cihekî taybet di qada hunera kurdî û cîhanî de.