Share |

Pîrozbahiya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî bi helkefta Newrozê

Dezgeha Sema ya çandî û hunerî pîrozbahiyên gerim pêşkêşî we dike bi helkefta cejna netwî ya gelê Kurd Newroz. Cejna buhar û aştiyê û azadiyê û biratiyê û tekoşînê.

Em hêvîdarin ku hemî daxwazin gelê Kurd di wergirtina mafên xweyî rewa de pêk werin. û azadî û aştî ji bibe para gelê kurd re li her çar perçên Kurdistanê û ewlekarî û xweşî bi cîh bibe.

Em bi vê helekftê radighînin ku Malpera Dezgeha Sema kurd wê vegera çalakiyên xwe û riya xwe ya reşenbîrî û hunerî dewam bike. em hêvîdarin ji we ku hûn nivîs û nûçeyên xwe ji me re bişînin, û em tekez dikin ku emê di xizmeta çand û hunera Kurdî de berdewam bin, û malpera SemaKurd wê bimîne pencereya hemî rewşenbîr û huenermendan li ser cihanê.

 

Dezgeha Sema ya çandî û huenerî

Hewlêr – 21 Adar 2017