Share |

Pîrozbahiya Dezgeha SemaKurd bo Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok

Birêz Hesen Silîvanî serokê yekîtiyta Nivîskarên Kurd û desteya birêvebir û tevayî Endamê yekîtiyê yên birêz beşdarvanên hêja.

Dema we baş

Di vê evara xweş û tije eşiq û hezkirin û dîmenên ciwan ku bi helbestên Melya Cizîrî wê bête xemilandin, em li hev civiyane bi merema vejînkirina cezîrî û her weha pîrozkirina roja damezirandina yekîtiya Nivîskarên kurd şaxê Dihok ku wekî vê rojê berî 49 salan hat damezirandin li ser destê bijarteyek ji xemxur û rewşenbîrên kurd ê nemir.

Ev saziya rewşenbîrî ya hêja karîbû gelek qunaxên zor û zehmet derbas bike û li ser piyên xwe xwe ragire heya gihişt astekê ku ne ji bo rewşenbîrî û wêjeya devera Bahdînan û a başûrî Kurdistanê . karîbû sînorên xwe derbas bike û ji bo tevayî rewşebîrên kurdistanê bibe waregeh û sîwan nemaze rewşenbîrên rojavayê kurdistanê .

Bi ked û zehmetîyek mezin ev yekîtî gihişt astek bilind ku di xizmeta wêje û edebîyata kurdî de bi giştî bibe navnîşaneke xuya.

Em jî weke Dezgeha Sema ya rewşenbîrî û hunerî ji roja damezrandina xwe de heya vê rojê bi pêwendîyên xwe bi yêkîtîyê re şa û bextewerin.

Di dawîyê de zor spas ji we re ku hûn her dem di xizmeta rewşenbîriya deverê û Kurdistanê bi tevayî de ne û em we pîroz dikin.

Zor sipas helbestavn Menaf Mihemed û hunermend Rêdo mişo ku hûn amaden ne . û wek ku me li Hewlêr şevek xweş li darxist. vê êvarê em li Dihoka rengînin.

 

Rêz û silav

Arif Remezan Rêvebirê Dezgeha Sema ya çandî û hunerî

 

Dihok 10-02-2019