Share |

Pall Weşanê bi sê pirtûkan dest bi weşanê kir

Pall Weşanê bi sê pirtûkan, dest bi weşana xwe kiriye. Pall Weşan, weşanxaneyeke ku navenda wê li Amedê ye û di payîza 2022yan de dest bi kar û barên xwe kiriye.

Weşanxaneyê weke destpêk, pirtûka "Şeva Dizên Solstîsê" ya Bîlal Nergizli, "Lerza" Qasim Pîro û "Siya yê Din" ya Hesen Ildizî çap kiriye. Pirtûkên Nergizlî û Ildizî çîrok in, a Pîroyî jî roman e.

Pall Weşan wê pirtûkên xwe bi sê formatên cuda yên weke e-pirtûk, pirtûka bideng û pirtûka çapkirî, biweşînin.

Pall Weşan wê avabûna xwe bi navê Şeva Pall Weşanê, bi barnameyeke taybet pîroz bike.

Bernameya avabûnê, di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan roja Şemiyê saet di 19.00ê de wê li Amedê, li Mordem Sanatê pêk bê.

Bianet (FD)