Bi bûneya sedsaliya avakirina bajarê Qamişlo û dubarevekirina parka giştî ya bajêr piştî nûjenkirinê, peykersazê Kurd Monîr Şêxê, sê peyker li parka giştî ya bajêr danîn.
Di merasîmekê de bi beşdariya gelek aliyan û hejmarek ji xelkê Qamişlo, îro 5ê Êlûna 2026an, perde ji ser peykerên du şervanên Mîdî û Şêrê Ên Darê yê ku di salên şer de ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatibû dizîn û bo devereke nediyar hatibû birin perde hat hilanîn.
Peykersaz Monîr Şêxê ji Welat tv re got, "Armanca min ji vê pirojeyê ew e ku, dîrok Kurdî bi awayekî hunerî ji bo nifşên nû were vejandin û saxkirin".
Monîr Şêxê diyar kir, "Min Şêrê Ên Darê bi heman pîvan û şêweyî şêrê orjînal saz kiriye da ku herdem li ber çavan bimîne û ji aliyê her kesî ve were dîtin".
Welat TV