Share |

Piçek jiyan, qetek asiman, Romana nû ya Fawaz Husên derket

Romana nû ya Fawaz Husên  “Piçek jiyan, qetek asiman” di nav weşanên Avesta de derket.

 

Di “Piçek jiyan, qetek asiman“ de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike.

Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje “Tiştê çû, mede dû”, lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje “Tiştê çû, bide dû” û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne.

“Piçek jiyan, qetek asiman“ nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.

 

Piçek jiyan, qetek asiman

Fawaz Husên

ISBN: 978-605-5279-78-3
13x19.5, 264 rûpel, 20 L

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995