Share |

Pirsname - Bankeya Pirsên Kurdî ji weşanên DARA derket.

Pirtûka Pirsname bi temamî li ser hev ji 820 pirsan pêk tê. Weku Bankeya Pirsên Kurdî bi taybetî ji bo xwe amadekirina bernamayên Lîsansa Bilind a Kurdî û herwiha ji bo pêşxistina zanîna xwe ya derbarê Ziman û Edebiyata Kurdî de hatiye amadekirin. Ji aliyê naverokê ve pirtûk dabeşê pênc beşan bûye.

Beşa yekem derbarê Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ye ku her test 15 pirs li ser hev ji 10 testan pêk tê. Beşa duyem li ser Folklor û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî ye ku her testa wê ji 20 pirsan pêk tê ku bi temamî li ser hev ji 9 testan çê bûye. Beşa sêyem ji bo Rêziman, Rastnivîs û Wergerê hatiye terxankirin ku her testa wê ji 20 pirsan li ser hev ji 8 testan çêbûye. Beşa çarem derbarê Rojnamegerî û Kovargeriya Kurdî ye ku her testeke wê ji 20 pirsan bi temamî li ser hev ji 9 testan pêk hatiye. Herî dawî beşa pêncan e ku ew jî li ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen e ku her testeke wê ji 15 pirsan bi temamî li ser hev ji 10 testan pêk hatiye. Ev pirtûka ku hema hema li ser hemû babetên van qadan rawestiyaye, di zimanê kurdî de dibe tecrubeyeke nû ji bo kurdîhezan.

 

LIJNEYA AMADEKAR 

Kenan SUBAŞI: Rêziman, Rastnvîs û Werger

İbrahim Tarduş:   Folklor û Edebiyata Gelêrî

Ferhat Yılmaz:   Wêjeya Nûjen

Mehmet Yonat:    Rojnamegerî û Kovargeriya Kurdî

Yakup Aykaç: Edebiyata Klasîk