Share |

Pirtûka Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Jinên Helbestvan derket

Antolojiya Jinên Helbestvan

 

Di van rojên dawî de ji rex (Weşanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya bi navê  (Antolojiya Helbestva Kurdî Ya Nûjen) hatiye weşandin.

Helbestvana kurd ya jin Evîn Şikakî li ser jinên helbestvan yên kurd lêkolînek çêkiriye û antolojiyeke helbestên jinan ya li çar perçeyê Kurdistanê amade kiriye.

Ev xebat bi navê “Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin” hatiye weşandin.

Di vê pirtûkê de ji helbestvanên Soran bigirin heya yên Kurmanc gelek jinên helbestvan di nav de cih girtine.

Di antolojiyê de Şikakî kiriye ku ji bakur, başûr heta rojhilat cih bide hemû helbestvanên jin ên kurd, wan bi xwendevanan bide nasîn û hin helbestên wan jî têde çap belav kirine.

Destpêka pirtûke, bi spasiya helbestvana hêja Evîn Şikak destpêdike, wê spasiyên xwe pêkêşî van helbestvan û nivîskaran kiriye;  Xalid Cemîl mihemed, Berken Bereh, Arjen Arî, Mesûd Xelef û Dilşa Yûsif. Di pey re helbestvan Berken Bereh wek pêşgotinekê di bin navê (Pênûsên Kubar û Nazik) de, pesnê pirtûkê daye.. Ji nû pêşgotina helbestvana me Evîn Şikakî destpêdike..

Pirtûk li ser çar beşan hatiye parvekirin; Bakurê Helbestê, Başûrê Helbestê, Rojavayê Helbestê û Rojhilatê Helbestê.

 Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin ji 424 rûpelan pêk hatiye, di weşanxaneya Ronahî de, di bin nemra 31 ê de li Amedê hatiye çap kirin.

Em jî, di roja Zimanê Kurdî de ku 15 gulanê bû, vê pirtûkê li tev xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikin.

 

Konê Reş

 

Qamişlo 17.05.2012