Share |

Pirtûka "Hevpeyvîn bi dadgerê şoreşa Barzanî re" ji nav weşanên Sema Derket

 

 

Ji zincîreya weşanên Dezgeha Sema Ya Çandî û Hunerî li Dubey, bi jimara 32 pirtûka Mele Ebdula Mele Reşîdê Xerzî ya bi navê "Hevpeyvîn bi dadgerê şoreşa Barzanî re" derket. Ev pirtûk ji pêşkêşkirin û amadekirina nivîskar Ibrahîm Elyûsiv e.

Ev pirtûka ku bi zimanê Erebî ye ji 90 rûpelî pêk tê. Jiyana zaniyar û oldarê kurd Mele Ebdula, berhem û her weha dîdevaniya wî li ser şoreşên Kurdî, êş û azarên wî yên di jiyanê de tîne ber çav, Mele Ebdula xwedanê bîreweriyek e hîn zindî ye. Bi zimanê Erebî wan rawistgehê di jiyana xwe de şirove dike û bersiva gelek pirsên bê bersiv mayî dide.

Pirtûk, li ser wan rawistgan disekine û bersiva behtir ji 30 pirsê ku ji aliyê nivîskar Ibrahîm Elyusiv ve hatine amadekirin dide, tevlî çendîn mijarên girîng yên girêdayî ol û şerîetê ne û her weha li ser edebiyat û helbesta Kurdî û dîtinên wî li ser terîqetê Sofî li Kurdistnê rave dike. Di heman gavê de ev pirtûk dîkomenteke girîng e ku li pirtûkxana kurdî zêde bibe.

Pêdeçûna pirtûkê ji aliyê şagirtê Mele Ebdula,  Ebdulrehîm Meqsûd ve hatiye kirin û gelek têbînîyên hêja bi ser ve zêde kirine û di dawiya pirtûkê de jî nivîsek li jêr navnîşana "Geştek li nav medrese û minhacê Mele Ebdula yê Xerzî" nivîsî ye. Her weha li dawiya pirtûkê jî çend wêneyên Mele Ebdula hatine weşandin, jêderên wan wêneyan Malpera Xerzan ya ku Ebdulrehîm Meqsûd bi rê ve dibe.

Hêjaye em bînin ziman ku dezgeha Sema Mele Ebdula xelat kiribû li ser kar û xizmetên wî yên netweyî û bawernamak rêzlênanê pêşkêşî wî kirbû, nemaze çapkirina vê pirtûkê jî nîşana wê têqdîr û ihtîramê ye bo kesayetîyên mîna wî.

 Mele Ebdula Melê Reşîdê Xerzî:

Ji malbateke welatparêz û tekoşer e. Bi eslê xwe ji bakurê Kudistanê, liherêma Xerzanê hatiye dunyayê. Bavê wî yek ji wan lehingên serhildana Sasonê bû, piştî şikestina şoreşa Şêx Se'îd û serhildana Sasonê koçî Başûrê Rojavayê Kurdistanê bûn û li bajara Qamişlo bi cih bûn. Li ber destê bavê xwe xwendin û zanistiya xwe fêr bûye; fiqih, zimanê erebî, mentiq, felsefe û ola Islamê xwendiye  û ha li medresa Xezna li ber destê Şêx Ela'eldîn El Xeznewî xwendina xwe berdewam kirye û îcaza xwe wergirtiye.

Mele Ebdula,  ji bo xebat û karên xweyî netweyî û oldarî pêk bîne, ketiye zindanê û li şikeft û çiyan razaye û di gel pêşmergan çek hilgirtîye, bi sêdaredanê hatiye darizandin  ji aliyê rêjîma Sedam ve di dema şoreşa Kurdistana Iraqê de û her wisa ji aliyê Barazniyê nemir ve weke dadwerê herêma şingalê hatibû teyîn kirin. Piştî şikestina şoreşa Kurdistana Iraqê ya 1975an vegeriyaye bajarê Qamişlo û heta niha tevî gelek zehmetî û xizanî jiyana xwe didomîne.

Hozan Emîn

 

21 October, 2009 08:12:00