Share |

Pirtûka Mele Ehmedê Palo ya Nivîskar : Dr. Ala-edîn Cengo Derket .

 

Hozan Emîn : Pirtûka Jiyana helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo derket . ev pirtûk ji weşanên Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ye û li çapxana Hîro ya çap weşanê hatiye çapkirin û ji berhemên Nivîskar Dr. Ala-edîn Cengo ye .

ji demekê dirêj de nivîskar dest bi karê vê pirtûkê kirbû û ji devê dost û biraderê nemir Melle ehmed de dicoment berhevdikirin .ta gihişt asta çapkirin û belavkirinê , giringiya vê pirtûkê ew ku jiyan û xebata helbestvanê nemir Mele Ehmed palo ronî dike ew jiyana tev êş û keder û xebata bê hempa ji bo gel û welatê xwe dikir . ev pirtûk wefadariyeke ji bo vî helbestvanê hêjayî û bi nirxe .

Ev Pirtûk bi kar û xebateke mezin ev berhem hatiye hazir kirin ji aliyê niviîskar de û wê di demek nêzîk de têkeve ber destê xwendevanan.

Helbestvan û edbiyatzanê Kurd Mele ehmedê Palo xwedanê Helbesta"Civîna Nemiran".. ya ji deh hezar malikan Pêk tê . ev diyar dike ku Nemir Palo xwedan hizir û şehrezayek mezin bû di ware helbest û wêjeya Kurdî de .

Ev pirtûk ji du beşan pêk tê . beşê yekem ya Nivîskar bi xwe ye ew jî bi Zimanê Erebî ye . û beşê diwem jî bi Kurmanc û ji wergêra Helbestvan Ezîz Xemcivîn e .

 

Û di nava rûpelên Pirtûkê jî gelek babet û beş hene ji zayina Mele ehmedê palo ta wefata wî .

Hêjayî gotinê ye ku Nemir Palo gelek berhem li şûn xwe hiştin . gelek Dîwan û Herwiha pertûkek di rêzimana Kurdî de nivîsî bû û ferhengek gelek dewlemend bi navê (ferhenga Kurdî- Tirkî) Amadekirbû.

 

 

31 March, 2008 02:25:00

 

 

[03:27 , 20 Nov 2007]