Share |

Qamişlo .. Paytexta jîn û evînê…Ronî elî

 

Qamişloka min

Hîn sîngê te

Bi xwîna Mişel ê nemir

Xunçeyên azadiyê

Kolan bi kolan

Av dide

Hîn lêvên te

Ji qîrîna siloganên jiyanê

Ziwa nebûne

Û ziwa nabin

Hîn karwanê rojê

Ji hembêza te derneketiye

Û dergehên te

Derbas nekiriye

Hîn rondikên te

Dîwarê hêviyan

Bi tîrêjên sibehê re parve dikin

Qamişloka min

Paytexta jîn û evînê

 

Qamişloka min

Neçarin sêwiyên demê

Li ber dêm û keziyên te

Her nikul dikin

Ciwantir dibî

Her dibirin

Dirêj tir dibin

Behiyên koçberên felatê

Weke zengilekî

Sirûda vejînekê

Di zemînê mêrxaziyê de

Deng vedidê

Kulîlkên Biharan

Di coşa berbanga nûjiyanê de

Radike sema

Û çîrokên dagîrkeran

Di argûnê bêpariyê de

Ditirsîne .. Têk dibe

Qamişloka min

Paytexta jîn û evînê

 

Qamişloka min

Dengê himhim û gurmînan

Gewriya te naçikînin

Toz û kulxana dijberan

Xetîra te venamrînin

Zimanê te her … Raperîne

Rûpelên goristanên te

Ji lehengên kurdayetiyê ..

Mişt û dagirtîne

Li milekî ..

Seydayê Cegerxwîn e

Li milê din

Şêx meşûqê nemir

Û pasewanên serhildan û srpêhatiyane

Hîn jî zarokên te

Di çemê raperînê de

Waneyên berxwedanê  

 Serast û ezber dikin

Qamişloka min

Paytexta jîn û evînê

 

29-7-2016