Share |

Roja Rojnamegeriya Kurdî… Salar Elo

ROJNAMA KURDISTAN

Roja pêncşemê 22 nîsanê sala 1898 an , Miqdad Medhet Bêk Bedirxan yekemîn rojnameya kurdî li bajarê Qahire weşand bi navê Kurdistan, bi zimanê kurdî û tîpên erebî.

Bi helkeftina bîranîna roja rojnamegeriya kurdî ya 114 an, ezê bi kurtî li ser dîroka rojnamegeriya kurdî bi axivim:

Bi rastî sedemên ku nehiştin rojnamegeriya kurdî ji xaka welêt destpêbike, ew bûn zilm û zordariya sultan Ebdulhemîdê Diwem digel hin sedemên dîtir de , rojnameya kurdistan hat çapkirin li çapxana Hilal li Qahira, piştî wê li hin bajarên Ewrupî wek Îstanbûlê , dûvre vegeriya bajarê Qahire, dûvre li bajarê Cinêvê hat çapkirin.

Sala 1902 an rojnameya kurdistan hat rawestandin piştî weşana 31 hejmaran , herdû hejmarên dawî 30 û 31 birayê Miqdad , Ebdulrihman Bedirxan serkêşiya wê dikir.

Piştî rawestandina rojnameya kurdistan , hin kovarên din yên gerînî hatin weşandin mînak( kovara Hawar û kovara Stêr li bajarê Beyrûtê).

22 nîsanê bû roja zayina rojnamegeriya kurdî û kovara kurdistan cihek balkêş di dîroka rojnamegeriya kurdî de girt , ne ji ber ku rojnameya kurdî ya yekemîn bû tenê , lê ji ber şêwazê wêyî dîmoqrasî û pêşketî , çanda kurdî bilind dinirxand , û navtêdan dida gêncan ku bixwînin , ji ber ku xwendin bingeha pêşketina gelan e.

Hejmarên rojnameya kurdistan yên ku li ewrupayê hatin weşan , li çapxana komela (Turkiya Elfeta) de hatin çapkirin , û navê çapxanê li ser wan hejmaran diyar bû .

Rojnameya kurdistan nav û dengek mezin li derve stand , Ebdulrihman Bedirxan di hejmara 13 an de dibêje: ( ji weşana rojnameya me gelek kesên biyan tê de beşdarbûn, wek Elman , Nêmsawî , Îngilîz) , û hîn lê zêde dike : ku di nav van kesan de , kesek Elmanî hebû navê wî Martin Hartman bû , zanîbû bi piraniya zimanên rojhilatî û dixwest fêrî zimanê kurdî bibe bi alîkariya wî.

Em îroroj bi rêzgirtinek mezin li pêşiya Miqdad Bedirxan dirawestin , ew rewşenbîrê kurd yê ku rojnameya yekemîn bi zimanê kurdî lidarxist û ev roja pîroz ( 22 nîsanê) bû dîrok ji rojnamegeriya kurdî re .

Daxwaziya min heye ji hemû rojnamevan û nivîserên kurd ku rahêjin pênûsên azad , û bi mejîyekî dîmoqrasî biramin ji ber ku azadiya rojnamegeriyê rê li pêşiya pêşketinê di hemî waran de vedike .

Li dûmahîkê ez hêvîdarim ji xwênerên kurd ku guh bidin zimanê kurdî , û bi kurdî binivîsn û bixwînin .

 

Email:salaraloo@gmail.com