Share |

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

Roja 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hate ragihandin.

Bi wê biryarê, armanca UNESCO balkişandina girîngîya pirçandî û pirzimanî li seranser cîhanê bû.

Di sala 2008’an de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ew roj bi fermî pejirand û ji hîngê heta niha li seranser cîhanê tê pîroz kirin.

Kurd jî di salên dawî de girîngî didin vê rojê û bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Lê îsal jiber ku gelek sazîyên zimên hatine girtin û hezkirîyên zimên ji kar hatine dûrxistin pîrozbahî nayên kirin.