Share |

Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ jimara 3an derket

 

Di jimara sisiyan de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weşandin, ji gotar, helbest, çîrok û ta bi dîrok û folklora kurdî jî cih di jimarê de girtine.

Me wek desteya birêvebir hewl daye ku em ji dîtin û rexneyên baş ên zikêşan sûdê wergirin û rojnamê di astek bilind de derxînin.

Bêşek wê şaşiyên me hebin, lê bi alîkariya xwendevan û nivîskaran emê hewl bidin jimar bi jimar ber bi asoyê serkeftinan ve biçin, êdî em bang li hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd ên zikêş dikin daku xwedî li çand û rojnama xwe derkevin û wê bi tenê nehêlin.

Bi gumana me derxistina rojnameke kurdî di vê wexta hestedar û dîrokî de, bixwe serkeftin û şehnaziyek mezin e, lê serkeftin û şehnaziya mezin ew e ku mirov zimanê xwe bi gelê xwe şêrîn bike û bide xwendin û axaftin.

Ziman zimanê me hemiyan e, bixwînin û bidin xwendin.

 

www.penusanu.com

09.08.2012

Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’.