Share |

Romana “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

Ji nav weşanên Notabene li Enqerê, ji wergera Mehmet Çakmak romana  “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

Roman behsa xortekî ji Binxetê bi navê Masî dike. Masî dil dikeve keçikeke serxetî û dide pey dilê xwe. Dilê wî,  wî dajo ber bi çiyayên Kurdistanê ve û tev li refên şervanan  dibe. Ev şervanên ku ew bi xwe jî mîna masiyên tî hem li rastiya xwe û hem jî li ava azadiyê digerin. Kûçikê masî Bozo, deriyê hesinî yê oda wî, pênûsa wî, nivişta di bin çengê wî de û tiştên wî yên din serpêhatiya wî ya dijwar  bi evînê re, bi şer re, bi mirin, birîndarî, xemgînî û bi tirajediyên sînoran re, li ber çavan radixîne.

Gava ku masî tî dibin yekem car di sala 2008 an de, ji nav weşanên Lîsê li Amedê  hatiye weşandin. Piştî “Sobarto” û “Tirsa bê diran” ev romana nivîskar ya sisiyane.

Hin agahî ji rûpelê weşanxanê yê internetê:

http://www.notabeneyayinlari.com/tur_detay.php?id=94