Share |

SÊ ÇIRAYÊN GEŞ... XIZAN ŞÎLAN

Sakîne- Fîdanê -Leylayê

 

 

 

hûn

stêrkên şevistanên bêdeng

çirûskên heyva şevên sayî

şewqa çirayên odeya bêkesan

qêrîna gewriya çûkên biharê

meşaleya xewnên kesk û sor û zer

sîtavkên neynika dilê xeydok

xunava lêvên hingivî

hûn

hênikahiya bayê hestên xerîb

kenê melûliya awirên xemgîn

peşkên barana zeviyên stûxwar

dermana movikên pişta xûzbûyî

herika kaniya rojên perîşan

agirpêta tendûra vemirî

mêvanên koşka evîna koçber

hûn

lihêfa zivistanên cemidî

doşeka êş û jana giyan

pira hêviyên pêşerojê

zelaliya gola bextewariyê

tîrêjên keskesora demsalên şad

xweşbêhna kulîlkên baxçeya bihuştê

ronahiya hungirê êvarên serxweş

hûn

duayên birîna eşqa îlahî

tizbiyên sebira hesretkêşan

stûna nav malên wêranbûyî

şîfaya kezeb û cîgera peritî

qultek ava tasa destê sêwiyan

lezeta guşiyê tirî ya bax û bostanan

karxezalên li nav daristanan

hûn

qustîlka tiliyên keç û xortên ciwan

bazinga zendê bûkên bedew

tahma şîrê devê zarokan

lorîna têlên kemanê hunermendan

destmala sergovenda dawet û dîlanan

kilama civatên dengbêj û hozanan

dengê bilûra şivanên deşt û zozanan

hûn

dermanê çarenûsa birîndaran

pêşangeha wêneyên dîwaran

morî û mircanên keziya dilberan

pelên dara miradê evîndaran

pariyek nanê sifreya hêjaran

şanika rûyê helbestvanan

xemla kefenê goristanan

hûn

henasa xeyalên mişextbûyî

berfîna qûntarên çiyayê îsyankar

dengvedana şikeftên bêdeng

keservedana şervanên leheng

destanên asoya asîmana şîn

nasnameya axa şaristaniyê

rengê mizgîniya ala azadiyê

Sakînayê Fîdanê Leylayê

û hûn

sê bersivên xaçepirsa

valahiya gerdûna nava min in

 

 

 

                   Xizan Şîlan

                   2013-01-17

                   Stockholm