Share |

Sûrye û rastîya şerê nav xweyî. … Kamiran Bedirxan

 

 

Car  car ne di dest pêkê  gelek  şoreşan da , bi şêweyekî  (obcektîf ) û dirist  armancên  şoreşê bi  rêk û pêk dibin

, bi hawayekî  zelal  û vekirî  mirov dikarê  xûya bike  ku  şoreşa  gelê  Sûrye  jî  bi vî rengî  dest  pêkir û bi rêket , bi şêweyekî  aştîyane

, bi Ereb ,Kurd  û  hemû  kêm netewên din , şoreşê çavên xwe  bişkivan din û qîrîna xwey yekem ewû bû: yeke yeke  gelê Sûryê yeke , û  her wiha daxaza hilweşandina rêjîme kirin . ger ev yeka bi salan kar û xebat ji bo wê bi hata kirin jî ev yeketîya  çênadi bû .

Lewra rêjîmê dît ku ev xwepêşandanên aştîyane ji şerekî  bi hezaran top û tifing û leşker dijwar tire , ji  bo vê  rêjîmê tehemûl  nekir û  li pêş çavên raya gîştî  dest bi girtin ,qirkirin û kom kujîyan kir ,  ev ji hêla piratîkî da , raste her sîstemek ji bo hebûna xwe bi parêze hemû rêk û alavan bi kar  tîne , û girêday vê  ji hêla  sîyasîva  rêjîmê  bi hevkarên xwe ra wek ( Rûs , Cîn û îran ) ê  dest bi piropigenda û listokan kir  , û carne wiha gotin : li welêt gurûpên çekdar hene , ku him  hemwelatîyan û him hêzên ewlekarî di kujin ,û bi destî hin dewletê herêmî û nav netewî di xazin welêt derbasî nav şerekî nav xeyî  bikin , û parçe bikin …hwh.

Bi van polîtikan rêjîma sûrye karibû ev alozî  ji himbêza xwe çekira himbêza (komkara Erebî ) û piştra bi xista himbêza dinya yê , bi rastî jî wihaye îroj  pêşeroja gel û rijîma sûrye ketîye nav destê hêzên gire gir, ku hîn nîyeta çi hêzên alîgirê rêjîmê dikin û yê alîgirên şoreşê dikin  baş ne hatîye dîyar kirin .

baş xuyaye  ku gelê sûrye bi tenê li  meydanê hatîye  hîştin , û tu çareserî yên piratîkî ne hatine pêş xwistin , rêjîm her li ser çareserî ya xwey ewlekarî ber dewame , û li hêla din opozosîyoncivînan li dûv  civînan li dar dixê  hin ji parçe bûn û nakokî yan rêzgar nebû ye , her  wiha  hêzên nav netewî jî  xûyaye ku ji nakokî yên bercewendî yê xwe derbas ne bûne , û gavekê  pêşda çedikin û dû gavan paşva  çedikin , rojekê civînekê li " Tûnis , istembol " li dar dixin , û di rojên li pêşîya me da , girêday  pîlana "Kofi enen " wê kongira "Cinêv " li darkevê ye , bi mebesta  guhêrtina rêjîma  sûrye û avakirina hukûmeta yeketîya netewî , lê çavdêrên sîyasî di wê bawerê da ne, ku wê atmosfera vê kongirê jî wek yên berê bê ye , ji ber ku daxazên lîstikvanên hindir û derva hîn gelekî dûre hevin.

Belê her kes bi baldarî bûyeran dişopînê gelê sûrye bi gîştî û kurdên rojava bi taybetî , heger hat û hemû hewil danên çareserî yên sîyasî  bi ser ne kevin , wê welat berve şerekî nav xweyî  herê , û nexşeya vê yekê li hin cî bi cî ne nîşan didê , ji ber ku peymaneke li hevkirina  sîyasî , civakî û candî di nav bera rêxistin û partîyên sûrye da hin baş zelale ne bû ye , lewra wê her halîyek bixazê xwe bi parêz ê , ger em bixazin an naxazin ev rastî yeke ,  ta roja mey îroj  bi saya hemû rêxistin û partî yên rojavay Kurdistanê herêma kurdan roleke bi bandor beşdarî şoreşa azadî ya gelê sûrye bûye û bi awayekî aştîyane li dûrî agir û şer hatîye parastin , di vê babetê da gelek pirs tên bala mirov , gelo ev parastin bi têrî rojên li pêş me dikin ..? gelo  hin amedekarî yên din pêwîstin ..?

Bê guman divê  ji  bo  parastina herêma kurdan  projeyek hevbeş  di nav bera hemû sazî û partî yan da  bê li dar xistin ,  belê demê li pêşîyî me wê zelal bibe , ku  wê herêma kurdan parastî û aram bi mine wek berê .

 

 

 Kamiran Bedirxan

    KamiranBedirxan73@Yahoo.com