Share |

SARAJEVO …Helbest: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)

Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Ewr di himbêza wî ya fireh de derin û tên,

pisîkên spî çêdikin,

kûçikan çêdikin, ew kûçikên ku gava direwin,

pembû ji devê wan difire!

Hespên ji kefê di nav asoyan re digerin çêdikin,

çûkên bi nikilên zîvî û dirêj, valahiyê nikil dikin çêdikin,

zarokên ku bi lingên xwe yên biçûk, li goka ku bilez dibihure, dixin çêdikin,

balefirên kaxezî bi aşitiyane ber bi jînê ve difirin çêdikin,

perperîkên nazik derbas dibin çêdikin,

mêşehigiv bi rûyê ezmanan dadidin çêdikin.

Û çêkirina xwe wiha berdewam dikin,

siya jinên ku destmlên spî li ser serê wan in,

destên xwe yên paqiş dirêjî malên bajêr,

mal bi mal, rodank bi rodank

û îşik bi îşik dikin û wan himbêz dikin çêdikin.

Ew dayik, yar û parêzvanên hêviyê bûn.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Şopa hesin û dûmanê reş û kujer nema

Şopa motorên balafiran û qîrîna wan ya tirsnak nema

Şopa bombeyan û teqînên wan yên dîn nema

Şopa jehr û diyariyên mayinkirî nema

Şopa sekvanan û dengê guleyên wan yên kujer nema…

Bi dawî bû, her tiştê ku dilê Sarajevoyê xemgîn dikir, nema.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Zordar mirin û Sarajevo ma

Dagirker mirin û Sarajevo ma

Kujer mirin û Sarajevo ma

Darvekar mirin û Sarajevo ma

Serdest mirin û Sarajevo ma…

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Bextewarî bi ewleyî li ser peyarêkên wê derin

Gul li ser eywanên wê şîn dibin

Çûk li ser darên wê şahiyê dikin

Hêvî, rû û kokên wê yên di kûrahiya dîrokê de şîn dane, têr dike.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Li xwaringehek piçûk û xweş,

hevalê min Mustafa Kordovic (Beko),

ku nêzî pinçî salî berê ji Kobaniya dela hatiye,

dê ji min re bibêje ku wî di rojên şer de

dev ji Sarajevoyê bernedaye,

nexwest dil, dest û vîna wî girêdayî bimînin.

ji penagehê derket,

dilê xwe vekir û tevlî berxwedanê bû!

Niha guleyek di lingê wî de ye

Azadiya herheyî di dilê wî de ye

û medaleya Sarajevoyê li ser sînga wî ye.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Çem, bajaran bi av û qûmê parçe dikin

û pirên evînê li ser rûyên wan re ava dikin.

Çem hişkiyê nerm dikin

û giyanên bajarên xemgîn derman dikin.

Çem qatên bêhêvîtiyê yên di giyanên

mirovan de bi cih bûne paqij dikin

û damarên wan bi hezkirin û xweşbînîyê tije dikin.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Sarajevo, êş û xemgînî berhev dikir

û bi gavên kulek û winda diçû û dihat.

Sarajevo niha li her derê şahî û hêviyê belav dike.

Sarajevo berê li ser du gopalan diçû

û niha bi du baskan difire.

Sarajevo ber bi pêşerojê ve diçe

û cîhanê ji her alî ve himbêz dike.

Sarajevo li her derê tovên jiyanê diçîne û belav dike.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Rêvebira Muzexaneya wêjeyê

ji min re got ku şano û helbestan jî bajar diparêzan,

ne tenê çekên şervanan!

Bê dudilî bibim, min ji gotinên wê bawer kir,

ji hilm û şewqa çavên wê bawer kir,

ji kenê wê yê bak weke kaniyan bawer kir,

ji liva wê ya nazik bawer kir…

Min ji her tiştê wê bawer kir.

Erê, min ji gotinên wê bawer kir

ji ber ku min heman gotinên wê

berê ji çavkaniyeke pêbawer

ji dilê bajarê durust bihîstibûn.

Erê, hemû penageh bûbûn şanoyên ku bi helbest

û hunerê li dijî şer û guleyan li ber xwe didan.

Sarajevo li dijî mirinê li ber xwe dida û jiyan erê dikir.

Li dijî kînê radiwestî û hezkirin dida.

Li dijî nefretê bi bexşandinê li ber xwe dida.

Li hember guleyên ku ji her alî ve dibariyan,

bi gotinê li ber xwe dida.

Şano, helbest û çîrok, bûbûn damarên

ku êşê derdixin û xewna şer dorpêç dikin!

Bijî Muzexaneya wêjeyê li Sarajevo

Bijî dilê Sarajevoya yê tije helbest, şano, tore

û çîrokên bê dawî…

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Fîlimeke sînemayê,

ji destpêkê ta dawiyê, tije kevok

ji bo Sarajevoyê

Tabloyek rengîn, bi kenên bêdawî

ji bo Sarajevo

Helbestên evînî ji çar aliyên cîhanê ve

ji bo Sarajevo

Romanên bi çîrokên gewre

ji bo Sarajevo

çîrokên bi romanan tije jîn ji bo Sarajevo,

ji bo rûmeta Sarajevo.

Û dastanên bi milên vekirî,

ku çivîk diketin hundirê wan

û hêlînên xwe ji bo Sarajevoyê çêdikirin.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Çiya wek kuman li ser serê Sarajevo ne

Çiya wek sîwanên efsanewî li ser serê Sarajevoyê ne

Çiya wek nîşanên azadiyê, serbilind, li ser serê Sarajevo ne

Çiya wek dîwaran, êşê ji Sarajevo bi dûr dixin

Çiya wek cêwiyê Sarajevoya ne ku bê Sarajevoyê nikarin bijîn.

Ey Sarajevo,

ez bilind hilkişiyam!

Li ser çiyayê herî bilind yê Sarajevoyê rawestiyam

û bi  matmayî min li malên bajêr nihêrî,

min dîtin ku ew weke kavokên spî,

bi aramî, bê xem û bê tirs xilmaş dibin!

Bêyî xewnên-bitirs,

ku xewnên wê yên şêrîn tevlihev bikin,

bêyî ku bêhêvî di hişê wê de bi cih bibe,

bêyî ku mar bi laşê wê dadin,

bêyî ku stirî serbilindiya wê xwar bikin

û bêyî ku hêsir ji çavên wê bibarin.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Sarajevo ax Sarajevo

Nanê te tirş bû,

ew ji nanpijên bombekirî,

şewitî, tevlî xwîn û tirsê bûbû derdiket!

Nanê te niha teze ye,

bak e, ji nanpijên germ, nermik û germik,

bi tîrêjên rojê û bêhna kulîlk û yasemînan derdikeve.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Sarajevo ax Sarajevo

Agirê azadiyê dê herdem di dilê te de geş be.

Kevok dê herdem li ezmanê te bifirin.

Banga hişyarbûnê dê herdem weke guharan di guhên te de be.

Gurzên gulan dê herdem li ser gorên şehîdên te belavkirî bin.

Û kehrîbara kesk dê herdem di çavên te de vebirûse.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Sarajevo ax Sarajevo

Kanî ji dilê te der dibin

Çem di damarên te de diherikin

Baran bi ser porê te yê dirêj de dibare

Av kincên te dişo

Mamizên helbestvanê Kurd di zeviyên bedewiya te diçêrin

û tu carî ji meya meyxaneyên te, têr nabin.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

Di dilê te de hevalên min yên baş û pak hene

Helbest bi helbest

roman bi roman

peyv bi peyv

hevok bi hevok

û tîp bi tîp, bedewiyê te diparêzin

û di dilên xwe yên gewre de, kûr diçînin!

Mile Stojić

Hadžem Hajdarević

Bisera Alikadić

Nazif Hasanbegović

Hajrudin Somun

Edib Kafadar

Naida Mujkić

û Mustafa Kurdović (Beko)yê ku ji Kobaniya delal hatiye.

Silav li we hevalino,

silav dil bi dil

can bi can

bedewî bi bedewî

pakî bi pakî

bilindî bi bilindî

û aştî bi aştî…

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e

û dê herdem û hemdemî say û şîn bimîne.

Silav Sarajevo,

silav ji dilê te yê geş û jîndar re.

 

Sarajevo/ Bonn 2022