Share |

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojava Ciwan Mîranî jiyana xwe ji dest da

Ciwan Mîranî

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî jiyana xwe ji dest da.

Îro danê êvarê, Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Ciwan Mîranî, sala 1971ê li bajarê Dêrikê yê Rojava ji dayîk bibû û piştî Raperîna 1991ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibû.

Ciwan Mîranî destpêkê di rojnameya Newrozê de kar kir û bû endamê Desteya Nivîskarên melbenda Dihokê ya Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK).

Mîranî piştî ku PASOK û Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûn yek û tevlî PDKê bûn, di medyaya PDKê de karê xwe domand û heta roja ku jiyana xwe ji dest da jî endamê Desteya Nivîskarên kovara El sewt El Axir bû.

Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê sala 2013ê hat avakirin û Ciwan Mîranî wek yekemîn sekreterê sendîkayê hat hilbijartin.

 

Hewlêr (Rûdaw)