Share |

Seydayê Tîrêj (1923 – 2002)...Konê Reş

    Bi helkeftina ku di roja (23.03.2014)an de, 12 sal di ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe, bi min xweş e ku bibêjim; Seydayê Tîrêj, helbestvanekî Kurd bû ji nifşê Kevin,

ew nifşê ku ji destpêkê de pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kiribû. Roja îro piraniya wî nifşî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…  Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên (1932-1946) an de li Şamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr. Kamîran Bedirxan de. Wêne; ez û seydayê Tîrêj berî 20 salan.

 

Konê Reş

 Qamişlo, 22.03.2014