Share |

Stranbêjê gelîrî Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

Stranbêjê gelîrî Selîm Temo
Stranbêjê gelîrî Selîm Temo

 

Gelek hunermendên kurd mîras û çanda gelê Kurd bi stranbêjiyê parastin. Yek ji wan jî hunermend Mihemed Selîm Temo (67) yê ji gundê Mamirlî yê navçeya Amûdê ye.

 

Selîm Temo di nava malbatekê de ku di salên 1980 û 1990`î de şahî û dawet şên dikirin, mezin bû. Wê demê dawet 3 yan 7 rojan li dar diketin.

 

Temo di ciwantiya xwe de dest bi vê rêwîtiyê kir ku kilama Derwêşê Evdê yekemîn bû ku straye. Her wiha stranek bi navê “Gula xwe nadim tu kesî" hûnand û awaza wê danî.

 

-LI AMÛDÊ YEKEMÎN ŞAHIYA TEMO

 

Temo girêdayî serpêhatiya xwe wiha axivî: "Piştî ku ez fêrî tenbûrê bûm, bi bavê xwe re min dawet şên dikirin. Li Amûdê min yekemîn kasêt bi stranên dawetan qeyd kir. Dûre me hinek din jî qeyd kirin. Yekemîn şahiya min li gundê Merkebe bû."

 

Temo tenbûr wekî çandekê ku nabe dev jê berde, bi nav kir û dixwaze wê fêrî nifşên din bike. Temo, kesên bixwazin fêrî tenbûrê bibin, fêr dike mîna ku kurapê xwe û birayê wî fêrî tenbûrê û stranbêjiyê kiriye. Her wiha dixwaze zarokên xwe û kesên ji huner û stranbêjiyê hez dikin jî fêr bike.

 

-REWŞA ABORÎ YA DIJWAR

 

Temo wiha domand: "Berê me bê amûrên deng dawet şên dikirin. Em gelek pê kêfxweş dibûn. Jê aciz nedibûn ruxmî ku dawet dirêj bûn jî. Lê îro mixabin, zehmetiyan dikişînim, ji ber ku ji ber rewşa aborî ya dijwar, erebeya min tune ye û amûrên nûjen jî tune ne. Heta niha min klîbeke xwe ya taybet dernexistiye."

 

Temo bi xembarî got: "Dawetên me kurdan 3 roj bi stran û dengbêjiyê dewam dikir. Bê westan me dengbêjî dikir. Çêja wan rojan xweş bû. Ji ber ku stranên berê çîrok û destanên kurdî vedibêjin."

 

Temo destnîşan kir ku çanda kurdî ya devkî, beşeke bingehîn e ku bi saya hezkirî, hunermend û stranbêjan derbasî nifşên din dibe.

 

-'CANDA XWE BIPARÊZIN Û RAGIHÎNIN NIFŞÊ NÛ'

 

Temo bang li hunermendan kir ku çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşên nû, her wiha bang li Desteya Çand û Hunerê jî kir ku piştgiriya hunermendan bikin ji bo ku çanda kurdî biparêzin û bi pêş bixin

 

Silava Ebdurehman-ANHA