Share |

Teriya Ker ... Abbas Abbas

 

Ji wan çend gundên ku Mamosta Cegerxwînê nemir, xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe yên şêrîn, li rojavayê kurdistanê derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan gundan bû!…..

Li oda Mehemmedê Ebês, Axayê welatperwer, ku pir caran mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û xebata xwe ya şoreşgerî dij kedxwar û necadperestî diyardikir!….

Tora herî taybet, ya ku gelê kurd Mamostayê xwe pê nasdikin, ew bû ku her tim ji dîroka kurdên qeherman, mînak di her babetî de ditanî ser ziman, wilo jî xwe wek rexnegeriyekî hişik, dij olperestî û necadperstiya bê semyan dida nasîn!…. Ev jî dikir ku her kes di her kêlî de, ji rexnegeriya wî re amadebin û bi dilşadî lê bibin guhdar!..

Îro jî, di oda gundê Nisran de, Nemir bê deng bû, ne wek tora xwe di axifî!….Lê belê  li tisbiyên sed û yek lib yên di nav tiliyên Sofî Xelefê Hexî de ku liba lib di hatin berdan mabû çavnehêr, tisbiyên ku di nav tiliyên wî de bi navê xwedê re di çûn û di hatin û bi dawî ne di bûn!…

Hişê Mamosta bi vî karê ku baş di watiya wê de digihist mijûl bibû!….Hingî ku bêhneke baş bi karê wî ve ma çavnêhêr bang li Sofî Xelf kir û got:

 

-Sofiyê delal…

 

Sofî Xelef, mirovekî bi rûmet û aqilmend di nav gelê Nisran de hatiye nasîn, lê mixabin ku wilo jî perîşan û tengezare, û Mamosta Cegerxwîn bi van tiştan dizanê!…

Sofî Xelef, Li Cegerxwîn nêhêrt û bi dilşadî got:

 

-Belê… Mele Şêxmûsê delal!….

 

Sofî Xelef, mirovekî olperest bû, ji loma jî bi navê Mamosta yên rastî bang lê kir!….

Mamosta axeftina xwe berdewamkir û got:

 

-Sofî Xelef, perîşanî ne gunihe û ne şerme…..Ne wilo?..

 

Sofî Xelef, serê xwe bi watiya erê hejand û bêdeng û madmayî tewand!…

 

-Êêêê……Başe….Ji rojhilat ve, ez li tizbiyên te temaşe dikim, gelo ti  newestiyayê?.. Û ka te çi encam ji vî karî girt!…

 

Sofî bi kenekî sar re bersiv Cegerxwîn da û got:

 

-Êêê.....( Zikrê ) navê Xwedê xweş e ....Mela Şêxmûs!....

 

-Belê Sofiyê delal.....Ez zanim ku xweş e, lê tu nanê bi te û zarokên te nadê!....Ev karekî bêxelate!....

 

Sofî bi madekî tirş bersiva vê gotinê da û got:

 

-Nanê zarokên min, ji tu kesî nehatiyê xwestin!....

 

Mamosta têgihişt ku pir dûr çû!....Lê wilo jî, ji ya xwe nehat xwar û jibo ramana di serê xwe diyar bikê, gotina xwe berdwamkir û got:

 

-Belê Sofî Xelef, lê daxwaza min ewe, ku ti di karê karekî bi semiyan bikê û di bere jî Xwedayê xwe razî bikê!...

 

Sofî Xelef, wek hemî peyayên di odê de lê man çavnêhêr û guhdar dema ku got:

 

-Pir hesaniyê, ku ti gilok rîs û du darkên rîsandinê bi destê xwe bigirê û dest bi tevna du çot gorên gerim bikê!...Û wilo jî di bere bi her qilpokê re navê Xwdayê xwe bibêjê!....Hingî te Xwedayê xwe razî dikê û wilo jî te di çot goreyên hêja jibo zivisatî dan hûnandin!......Heger te ew birin bazara Tirbespyê, bawerim wê bihakî baş bînin!....Edî wilo, te du çûk bi kevirekî dan kûstin!.....Ku te Xwedayê xwe razîkir û zarokên xwe jî bi xelata vê keda han ji perîşaniyê parastin!....

 

Sofî Xelef, bi ken li mirovê di kêleka xwe de zêvirî û got:

 

-Hûn dibêjin, ku Mamosta Cegerxwîn dîne!....

 

Ji wê rojê , Mamosta yê ku dîn bû!... Navê tisbiyên sed û yek lib kir…Dûvên Keran!....

 

 

10/02/1996-Aachen