Share |

Useyma Bedirxan keça mîr Celadet Alî Bedirxan dawî kir

Duh 24.08.2013 li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keçhilya mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xuşka mezin a Sînemxan Bedirxan koça dawî kir.

Duh 24.08.2013 li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keça Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xuşka mezina Sînemxan Bedirxan koça dawî kir.

Useyma Bedirxan ku ji bo demeke kurt serdana keça xwe ya li Misirê (Şîrînxan) kiribû ji ber nexweşiya xwe demjimêr 20:30 an de li Qahîreya paytexta Misirê koça dawî kir.

Taziye ya xwedê jê razî wê li mala Sînemxan Bedirxan ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê kirin û taziye wê heya sê rojan berdewam bike...

Ez bi navê xwe serxweşiyê ji malbata Bedirxan re dixwazin û xwe hevparê kovan û xema wan dizanîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn ku sebir û aramiyê bide hemû kesûkarên wê û cihê xwedê jê razî bibe bihûşta fireh.

Kone Resh

Qamishlo, 24.08.2013